Balyozê Pakistanê yê li Iraqê Ehmed Emced Elî ragihand, ew gelek girîngiyê bi Iraqê didin û dixwazin peywendiyên li gel Iraqê berfireh bikin. Herwiha di vê serdana Serokwezîrê Mistefa Kazimî bo Pakistanê de ku biryar e van nêzîkan pêk were, Balyozê Pakistanê hêvîxwaz e ku 7 rêkeftin di navbera herdu welatan de bên îmzekirin.
Balyozê Pakistanê yê li Iraqê eşkere jî kir ku dê van nêzîkan serdana Mistefa Kazimî ya bo Pakistanê dê pêk were û herwiha pêşniyaz jî kir ku konsulxaneya fexrî ya welatê wî li Hewlêrê bê vekirin ku paşê bibe konsulxaneyeke fermî.
Balyozê Pakistanê derbarê pirsa Kurd de jî amaje bi wê kir, Pakistanê pirsgirêka herêma Keşmîrê li gel Hindistanê heye û ew dixwazin ji bo hemû pirsgirêkên hevşêweyê Keşmîr, rê bi xelkê bê dayîn ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Ehmed Emced Elî wiha got: “Divê xelk biryarê bidin. Ew yek têkilî bi serweriya Iraqê heye û em rêzê lê digirin. Divê xelkê Iraqê û xelkê Kurd biryar li paşeroja xwe bidin.”
Balyozê Pakistanê yê li Iraqê Ehmed Emced Elî di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê bersiva pirsên pêşkêşkara Rûdawê Şehyan Tehsîn da.
Rûdaw: Birêz balyoz bi xêr hatî bo vê hevpeyvînê!
Balyozê Pakistanê: Gelek spas. Spas bo hatina we û hevpeyvîna we li gel min. Ev derfetek baş e ku bo televîzyoneke Kurdistanê diaxivim û peyama min digihije xelkê Kurdistanê.
Spas. Biryar e Mistefa Kazimî serdana Pakistanê bike, ev serdan kengî dibe û ajanda wê çi ye?
Ez nikarim bi diyarkirî, dema serdanê bêjim, lê van nêzîkan dibe. Herdu welata li ser serdanê rêkeftine û li ser vexwendina Serokwezîrê Pakistanê birêz Îmran Xan bû. Birêz Kazimî jî razî bûye ku serdana Pakistanê bike. Herdu alî kar li ser wê dikin ku demekê destnîşan bikin. Van nêzîkan ev yek tê yekalîkirin, ez piştrast im ku van nêzîkan ev serdan pêk tê.
Van nêzîkan, wate çiqas zû, di çend rojên dahatû yan jî hefteyên dahatû de?
Nikarin dîrokê bi diyarkirî ji we re bêjim, lê hêvî heye ku ew serdan di vê mehê de pêk were. Em kar li ser diyarkirina rojekê dikin ku bo herdu aliyan guncaw be.
Ajandaya serdanê çi ye?
Pakistan û Iraq ji mêj ve dostên hev in. Ev dostayetî vedigere bo rêkeftina Bexdayê ya di salên pênciyan de. Ji wê demê ve peywendiyeke dostane di navbera herdu welatan de heye. Îsal ji ber serdana berpirsên bilind ên herdu welatan, li ser asta serokwezîr û wezîran ji Pakistanê bo Iraqê û ji Iraqê bo Pakistanê, peywendî geş bûye. Ev serdana serokwezîr jî, ez piştrast im guhertinên erênîtir di peywendiyê de çêdike. Hejmareke yadaştên hevtêgihiştinê jî di navbera herdu welatan de dê bên îmzekirin. Herwiha em tekezî li se kultûr, perwerde, geştyarî û warê aborî dikin.
Berî niha Wezîrê Berevaniyê yê Pakistanê serdana Iraqê kir û me di bernameyeke Rûdawê de me mazûvanî lê kir, ez dixwazim encamên wê serdanê bizanim?
Ew serdana Wezîrê Berhemanîna Berevaniyê di meha Çile de şikansina nerîtê bû. Piştî wê Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê serdana Pakistanê kir. Paşê Wezîrê Derve yê Pakistanê serdana Iraqê kir. Meha derbasbûyî jî Wezîrê Derve yê Iraqê çû Pakistanê. Em mijûlî danûstandinan in li ser çend rêkeftinan di warê berevaniyê de li gel Iraqê û karkirina li ser wan berdewam e. Herwiha li akademiyên serbazî meşq bi fêxwazên Iraqê dike. Îsal 23ê Adarê, Roja Niştimanî ya Pakistanê, bo cara yekem hêza pereşûtvaniyê ya Iraqê di wê merasîmê de beşdar bû. Ango di warê berevaniyê de me dest bi hevahengiya baû kiriye. Em hêvîdar in di dema serdana Serokwezîrê Iraqê de jî encamên baş bên bidestxistin.
Gelek gotûbêj li ser sîstema berevanî ya Iraqê û bazirganiya di navbera herdu welatan de hatine kirin, pêşketin heye?
Belê, wek ku min behs, em mijûlî danûstandinan li ser çend rêkeftinên din. Herdu welata di danûstandinan de ne ji bo dabînkirina keresteyên berevaniyê, ji ber ku şiyana Pakistanê di berhemanîna keresteyên berevaniyê de gelek baş e. Danûstandin li ser wan rêkeftinan berdewam e û em hêvîdar in di dema serdana serokwezîr de bên yekalîkirin.
Di dema wê serdanê de çend rêkeftin di navbera herdu welatan de tên îmzekirin, di kîjan waran de ne û gelo tenê di warê berevaniyê de ne?
Ez nikarim bi diyarkirî ji we re bêjim ka çend rêkeftin tên îmzekiein, lê ez hêvîdar im ji 5 ta 7 rêkeftin di warên kultûr, bazirganî, peywendiyên xelkê herdu welat, rêkeftina di navbera odeyên bazirganî yên herdu welatan û di warê perwerdehiyê de, bên îmzekirin. Em hêvîdar in rêkeftin di warê serbazî û berevaniyê de jî bên îmzekirin. Wate, gelek rêkeftin tên kirin. Wezaretên derve yên herdu welatan li ser wan rêkeftinan kar dikin. Her dema ku danûstandinên li ser wan bidawî hatin, dê bên îmzekirin.
Dikarî behsa corê wan rêkeftinnameyan bo em bikî, bo nimûne di warên berevanî, perwerdehî û kultûrî de, herdu welat çi bo hev dikin?
Bo nimûne, bila ez bo we behsa warê perwerdehiyê bo we bikim; ku me duh li gel berpirsên Wezareta Perwerdehiyê me giftugo kir. Di çarçova rêkeftina perwerdehiyê amaje bi hevahengiya perwerdehiyê tê kirin ku wateya wê digihîne, xwendekarên Iraqê dikarin biçin Pakistanê û li wir bixwînin. Kursiya xwendinê bê beramber bo wan tê dabînkirin. Ya rastî niha jî, borsiyeyên xwendinê em di çendîn waran de didin xwendekarên Iraqê, lê eger ew rêkeftin bê kirin, vê yekê zêde dike. Jibilî wê jî, me programa alugorî xwendekaran heye, her di çarçova wê rêkeftina perwerdehiyê de. Herwiha alugorî mamosteyan û hevahengiya di navbera zanîngehan de. Wate ew rêkeftin sûd digihîne mamoste, xwendekar rahênerên Iraqê.
Li Kerbelayê du kargehên çîmentoyê û hotêlek hene ku kompaniyên Pakistanî xwediyê wê ne. Bi giştî çend karker û kompaniyên Pakistanî li Iraqê kar dikin?
Belê, me du kargehên mezin ên çîmentoyê hene. Yek ji wan ser bi kompaniya Leki Cement a Pakistanî ye, kargeha duyem jî ser bi Atok Groupê ve ye, herwiha kompaniyeke Pakistanê li Kerbelayê xwediyê hotêlekê ye. Em bi parêzgehên din û wezareta tûrzîmê re di gotûbêjê de ne, em dixwazin li Iraqê hilberîna di warê geştûguzarê de zêde bikin, wek av û dezgehên pizîşkî. Hikûmeta Pakistanê amadebûna xwe bo Iraqê nîşan daye, ji bo nûjenkirina wan santralên elektrîkê ku xirab bûne, wate em amade ne di wan waran de jî alîkariya Iraqê bikin. Ji bilî wan, me pêşniyarek din jî kiriye, em hêvîdar in piştî hilbijartinê em li gel hikûmeta Iraqê gotûbêjê li ser bikin, mijar jî di dema serdana Wezîrê Derve yê Iraqê bo Pakistanê hat behskirin, wek tê zanîn şiyana databeys a Pakistanê yek ji baştirîn şiyanên databeysê li cîhanê ye, ev mijar jî dîcîtalkirina nasname û pasportan e. Bi rêya dîcîtalkirinê ve, çê dibe ku hesaba bankî bê çêkirin, herwiha sîmkart jî, bi kartekê dikare hemû sîstem li ber destê te bin. Ev alîkariya sektora bankî jî dide. Me ev pêşniyar kiriye, em hêvîdarin piştî hilbijartinan bêtir gotûbêjê li ser bikin, ku alîkar dibe bo reforma di sîstema dengdanê ya Iraqê de jî. Em gelek rijd in li ser alîkariya Iraqê bo dîcîtalkirinê.
Eger em behsa wan hilberîn û alîkariyan bikin ku hûn pêşkêşî Iraqê dikin, gelo ew alîkarî tenê bo beşeke Iraqê ye, ji bo çend bajaran hatiye diyarkirin? An jî giştî ye?
Me plana xwe heye, ez dê biçim serkirdatiya wê derê bibînim, herwiha ez dê pêşniyara vekirina konsulxaneya fexrî li Kurdistanê bikim, daku Pakistan asantir bigihe saziyên Kurdistanê û Pakistanî bikarin li Kurdistanên hilberînê bikin. Niha nêzîkî 1000 heta 1200 Pakistanî li Kurdistanê dijîn. Di warê geştûguzarê kar dikin. Hinek ji wan di warên pisporî de dixebitin, hinek jî di sektora petrolê de. Wate li wê derê Pakistanî hene û ew Pakistanî her alîkariyek ji destê wan bê bo Kurdistanê, em dê asankariyan ji bo wan bikin.
Eger em behsa Iraq û Pakistanê bikin, hûn dixwazin çi core hevahengiyekê çê bikin di warê çandiniyê de di navbera Pakistan û Iraqê de?
Pakistan welatekî çandiniyê ye, me pêşniyar kiriye berhema xorakê bişînin Iraqê. Bazirganên Pakistanî dikarin bên û bazirganiyê li gel Iraqê bikin, Di van demên dawiyê de, me 40 kursiyên xwendinê di warên ajeldarî û çandiniyê de pêşkêşî xwendekarên Iraqê kir. Em amade ne her core alçkariyekî pêşkêşî Iraqê bikin di warê çandiniyê de.
Çavê we li wê ye ku pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin, bi taybetî di warên bazirganî û çandiniyê de?
Erê, çima na, hemû ew tiştên me b behsa wan kir, em wek pakêcekê dibînin. Tenê ji bo Bexda, Kerbela û Necefê nînin, lê belê bo tevahiya Iraqê ne, bê guman Kurdistanê jî li xwe digirin.
Bi awayekê diyarkirî, li Kurdistanê hûn li pey çi digerin, ti planeke we heye gelo?
Di dema niha de, armanca sereke, bazirganiya di navbera Pakistan û Iraq û Kurdistanê de ye ku di asteke pir nizim de ye. Em dixwazin destpêkê bazirganiyê çê bikin li gel Iraq û Kurdistanê. Em bazirganiyê pêş bixin. Zêdebarî wê, em amade ne alîkariya Iraqê bikin ji bo pêşxistina jêrxan, çandinî û sektora tendirustiyê. Pakistan xwediyê gelek pisporiyan e û tekez dikare alîkariya Kurdistanê û Iraqê bike.
Em behsa hilbijartinan bikin, nêrîna Pakistanê çî ye li ser hilbijartinên bihê yên li Iraqê?
Meha bihê hilbijartin tên lidarxistin. Pakistan welatekî demokratîk e û me her dem piştgiriya demokrasiyê kiriye. Mijar, îradeya gel e, em her dem rêzê li îradeya xelkê digirin. Xelkê Iraqê û xelkê Kurdistanê deng bidin her kesekî, mafê wî heye hikûmetê pêk bîne.
Gelo hûn dê çavdêrên hilbijartinê ji Pakistanê ve bişînin Iraqê daku çavdêriya hilbijartinan bikin?
Hikûmeta Iraqê hêj daxwazek wiha li me nekiriye ku em çavdêran bişînin. Ez bawerim ku dem jî kêm maye, lê min bihîstiye çavdêrên Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê û çavdêrên welatên din, di roja hilbijartinan de amade dibin û dê çavdêriya hilbijartinan bikin.
Plana we heye ku çavdêran bişînin?
Di vê dema niha de ti destpêşxeriyek (insiyatîfek) tune ye.
Wek tê zanîn rewşa Iraqê gelek hestyar e, bi taybet berî hilbijartinan, wiha difikirî ku lidarxistina van hilbijartinan di vê dema niha de dirist e, bi baweriya te ew hilbijartin çi guhertinan li Iraqê çê dike?
Hilbijartinên Iraqê mijarekî navxweyî yê Iraqê ne. Wek min got, hilbijartin îradeya xelkê ye. Me dît dema Serokwezîrê Iraqê dest bi kar kir, lidarxistina hilbijartinan beşek bû ji bernameya wî. Ez bawerim ku pabendî bernameya xwe ye û soza xwe cîbicî dike ku lidarxistina hilbijartinekî pêşwext e. Heta niha em dibînin hemû aliyên siyasî di vê proseyê de beşdar in. Wate ew nîşaneke baş e bo Iraqê û derfetek e li pêşiya xelkê daku bêne derê û deng bidin, nûnerên xwe hilbijêrin.
Ji mêj ve hejmareke zêde Kurd li Pakistanê dijîn, hinek ji wan serkevtinê baş li Pakistanê bi dest anîne, wek mênak Bînezîr Boto bi esil Kurd bû.
Dixwazim bizanim nêrîna Pakistanê çî ye derbarê Kurd û Kurdistanê de, bi taybet Pirsa Kurd û çareseriya wê?
Berî vê hevpeyvînê me behsa wê yekê kirk u zimanê Kurdî jî ji heman malbata zimanê Farsî ye û çendîn peyvên hevbeş di nav zimanê we û zimanê me de heye. Di warê çandî û olî de jî ew navçe, hevşêwe ye. Em herdu alî di aliyê çandî û olî ve, çend xalên me yên hevbeş hene. Dizanim ku xelkê Kurdistanê li tevahiya cîhanê belav bûne. Niha ew kesên ku eslê wan vedigere bo Kurdistanê, dibe ku netewên din bin, lê eslê wan vedigere bo Kurd. Kurdan karên baş kirine bo xwe û navçeya xwe. Me her dem piştgiriya wan kiriye, xelkê wê bi xwe divê biryarê li ser paşeroja xwe bidin. Bi heman awayî, Pakistan û Hindistanê kêşeyeke wan heye, ew jî Kişmîr e. Helwêsta Pakistanê ev e ku xelk bi xwe biryarê li çarenivîsa xwe bidin. Li her cihekî ku pirsgirêkek bi vî awayî hebe, Pakistan her dem piştgiriya wê yekê dike, ku rê bê dayîn îradeya xelkê biryarder be li ser paşeroja xwe.
Kurdistanê li ser çar dewletan hatiye dabeşkirin, eger em behsa vê parçeyê bikin ku Başûrê Kurdistanê ye, an Herêma Kurdistana Iraqê, dixwazim bizanim bi nêrîna we baştirîn rê çî ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê?
Careke din dibêjim, divê xelk biryarê bidin. Ew yek têkilî bi serweriya Iraqê heye û em rêzê lê digirin. Divê xelkê Iraqê û xelkê Kurd biryar li paşeroja xwe bidin.
Pakistan xwedî roleke mezin e li Efxanistanê. Dixwazim ji min re bêjî, paşeroja Efxanistanê çawa dibînî piştî vegera Talibanê?
Pakistan cîrana Efxanistanê ye. Pakistan wiha dibîne ku di vê dema niha de pêwîst e hikûmeteke piralî bê pêkanîn ku nûneratiya hemû aliyan li xwe bigire. Nûnerên hemû herêmên Efxanistanê û xelkê wê. Em ji bo Efxanistanê aştiyê dixwazin. Pakistanê 2600 kîlometre sînorê hevbeş li gel Efxanistanê heye. 3 milyon koçberên Efxan jî me hene. Efxanistan di dehan salên bihorî de gelek talî dîtine, lewra em aştiyê dixwazin bo Efxanistanê, em aştiyê dixwazin bo xelkê Efxanistanê û navçeyê.
Çend koçberên Efxanistanê li Pakistanê hene?
Nêzîkî 3 milyon koçberên Efxanî li Pakistanê hene.
Piştî vegera Talibanê, hejmara wan zêde nebûye?
Nikarim bêjim zêde bûye yan na. Daneyên hûr li ber destê min tune ne. Lê ne bawerim ku niha pêleke mezin a koçberbûnê hebe.
Pakistan yekemîn welat bû ku berpirsên xwe şandin cem Talibanê li Efxanistanê ji bo gotûbêjkirinê. Armanca wan serdanan çi bû?
Pakistan hêj jî li Efxanistanê balyozxane heye û karkirina wê berdewam e wek balyozxaneyên me yên din. Em rola xwe dibînin. Di dema niha de Pakistan alîkar bû di veguhastina çendîn Efxan û xelkên biyanî de ku li Efxanistanê bûn. Balyozxaneya me rola xwe dibîne û em li benda pêkanîna hikûmeta nû ne, wê demê em dizanin divê çi bê kirin.
Niha ku em diaxivin, li Kabulê xwepêşandan heye li dijî hikûmeta Pakistanê. Ew dibêjin destê Pakistanê hebûye di rewşê de. Ez ji te dipirsim gelo Pakistanê dest hebû di vegerandina Talibanê de?
Wek berê min got, Pakistan rêz li serweriya hemû welatan digire. Pakistan tenê aştiyê dixwaze li navçeyê. Ez agahdarî wan xwepêşandanên li Efxanistanê nînim, lê belê em dixwazin Efxanistaneke aram û cîraneke aram me hebe.
Çima Efxanan hestek wiha hene ku Pakistan li pişt rewşa niha bûye yan destên wê têde hebûye?
Her kesek dikare nêrîna xwe hebe, lê Pakistan her dem piştgiriya aştiyê kiriye û her dem rêz li serweriya welatan girtiye.
Erê, nêrîna we çî ye derbarê vê civîna lûtkeyê ku di van demên dawî de li Bexdayê hat lidarxistin?
Bi baweriya min, ew lûtkeya li Bexdayê hat lidarxistin, derfetekî mezin bû bo Iraqê daku bê ser dika cîhanê û rola xwe ya mezin li navçeyê bilîze. Bi nêrîna min komkirina wan welatên nakok li ser maseyekê, yek ji baştirîn destpêşxeriyên hikûmeta Iraqê bû. Piştrast im ku ew lûtke dê bandora wê ya demdirêj hebe ji bo bidestxistina aştiyê û çareserkirina nakokiyên navçeyê.
Dê bi çi awayî bandora wê li ser paşeroja Iraqê hebe?
Iraq navenda welatên erebî ye. Ew destpêşxeriya hikûmeta Iraqê pêşkêş kir bo bidestxistina aştiyê li navçeyê, dibe sedema pêşxistina wêneyê Iraqê wek Iraqeke aştîxwaz û nîşan dide ku Iraq pêwendiyên baş bi cîranên xwe û welatên navçeyê re dixwaze, herwiha nîşan da ku Iraq rola xwe heye di nava civaka navdewletî de.
Gelek spas birêz balyoz
Gelek spas, cihê kêfxweşiya min bû, gelek spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse