Serokê Komara Gel a Donetskê: Welatên rojava çima serxwebûna Kurdistanê nas nekirin?

14-03-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Serokê Komara Gel a Donetskê Denis Pûşîlîn bersîva pirsên Peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şeddadî dide
Serokê Komara Gel a Donetskê Denis Pûşîlîn bersîva pirsên Peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şeddadî dide
A+ A-

Serokê Komara Gel a Donetskê Denis Pûşîlîn ragihand ku ji bo kontrolkirina axa di nav sînorên destûrî yên herêma Donbassê de ji Rûsyayê piştgiriyê werdigrin û got: “Vê gavê, dikarim bêjim ku 84 navçe û  gund hatine rizgarkirin. Operasyon berdewam e. Hêj gelek bajarên mezin û cihên nîştecihbûnê  mane ku divê bêne rizgarkirin.”

Denis Pûşîlîn diyar kir ku li deverên rizgarkirî av, gaz û elektrîk nine û got: “Gava dijmin paşda vedikişe,  hemû hêlên elektirîkê diqetîne û bi ser de jî wan deveran, ku berê ew bi xwe lê bûn, topbaran dike. Lewma jî hemû binesazî xera dibe. Bê guman, pêşî em pêdawîstiyên herî giring digihînin şêniyên deverê. Pêwîst e ew hemû jinûve bêne vesazkirin.”

Derbarê mercên bo agirbesta li Ukraynayê de Denis Pûşîlîn got: “Ji bo me armanc û erkê sereke ew e ku xwe bigihînin sînorên Komara me ya Destûrî. Ukrayna nexwaze bi cidî nêzî wan mercan bibe. Merc jî pir  besît in: divê Ukrayna ji çekan bê zelandin, an ku divê hemû çekên êrîşê, jê re bên qedexekirin; divê Ukrayna ji Nazîzmê bê zelandin, an ku divê hemû rêxistin û partiyên neonazî û neteweperst werin qedexekirin. Divê Kirim weke erdê Rûsyayê bê naskirin; divê Komarên Gel ên Donetsk û Luganskê bi sînorên berê yên Parêzgehên Donetsk û Luganskê werin naskirin û divê dev ji planên endamtiya NATOyê bê berdan.”

Pûşîlîn amaje bi wê yekê kir ku welatên rojavayî rêziknameya Neteweyên Yekbûyî li gor berjewendiyên xwe bikar tînin û got: “Gelo çima wan serxwebûna Kataloniya û Kurdistanê nas nekir? Berê xwe bidin, ew, hemû neteweyên din, tenê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin. Nêrîn û daxwazên  gelên din ji wan re balkêş nîne, bê wate ye.”

Derbarê şerê Rûsya û Ukrayna û rewşa herî dawî ya şer û mercên Rûsya ji bo rawestandina şer û rewşa Donetskê Peyamnêrê Rûdawê Kamêz Şeddadî hevpeyvînek li gel Serokê Komara Gel a Donetskê Denis Pûşîlîn pêk anî.

Kamîz Şeddadî: Zor spas ku di vê demê dijwar de, We daxaza me ya hevpeyvînê qebûl kir. Şer vê gavê  bi dijwarî berdewam e û lewma jî dixwazim di serî de vê pirsê bikim, gelo ji destpêka operasyona taybet de, hêzên we çend erdên Komara Donetskê kontrol kirine, ku ta niha li derveyî kontrola we bûn?

Denis Pûşîlîn: Vê gavê, dikarim bêjim ku 84 navçe û  gund hatine rizgarkirin. Operasyon berdewam e. Hêj gelek bajarên mezin û cihên nîştecihbûnê  mane ku divê bêne rizgarkirin. Vê gavê ji bo rizgarkirina bajarê Marîupolê tedbîrên çalak têne meşandin. Jixwe yekîneyên neteweperest jî herî zêde li wî bajarî kom bûne. Û ew yekîneyên neonazî yên di nava hêzên çekdar ên Ukrayînî de ne, gelê sîvîl weke mertala zindî bikar tînin, û ev yek jî karîgerî li ser leza pêşveçûna me dike. Lê tevî wê yekê, operasyona rizgarkirinê berdewam e. Her roj serkeftinên berbiçav tên tomarkirin. Armanca me ya sereke ew e ku xwe bigihînin sînorên Parêzgeha Donetskê ya berê, ku sînorên Komara Gela Donetsê ne û di Destûrê me de hatiye destnîşankirin. Ew erdê ku sala 2014 referendûma serxwebûna Komara me lê hatibû encamdan.

Rûdaw: Weke serokê Komarê, di proseya avakirina mercên nû yên jiyanê de kîjan zorî û zehmetî rastî we tên li wan deveran ku di vê qonaxê de ketine bin kontrola we?

Denis Pûşîlîn: Bê guman, pêşî em pêdawîstiyên herî giring digihînin şêniyên deverê. Weke xwerdemenî, pêdawîstiyên bizîşkî, bi taybetî dabînkirina darû û derman ji bo nexweşxaneyan; karên vesazkirina binesaziyê. Bi giştî li hemû deverên rizgarkirî elektrîk, av û gaz tunene. Ji ber ku gava dijmin paşda vedikişe,  hemû hêlên elektirîkê diqetîne û bi ser de jî wan deveran, ku berê ew bi xwe lê bûn, topbaran dike. Lewma jî hemû binesazî xera dibe, mala gel û avahiyên îdarî wêran dibin. Û pêwîst e ew hemû jinûve bêne vesazkirin. Piştî ku bajêr têne rizgarkirin, di serî de em hewil didin ku karmendên asayîşê karê xwe temam bikin, pey re  ew bi tevayî dikeve bin kontrola rêveberiya sîvîl.    

Rûdaw: Gelo hêzên Mîlîsa Gel yên Komara Donetskê tenê bi kontrolkirina erdê we ve mijûl in, an jî li gel artêşa Rûsyayê li hêlên din jî beşdarî şer dibin. Hevkariya di navbeyna her du hêzan çawa ye?

Denis Pûşîlîn: Hevkariyeke bi tevayî ji destpêkê ve hatiye sazkirin. Ji ber ku di çarçoveya operasyona taybet de rizgarkirina erdên Komarên Gel  ên Donetsk ê Lûganskê, bi  piştgiriya  artêşa Rûsyayê pêk tê. Her weha, erkekê me yê hevpar jî heye ku bi hemahengiyeke hevbeş tê meşandin. Weke mînak, di despêka meha Adarê de em gihîştin sînorên Parêzgeha Zaparojyeyê û li wê derê em û yekîneyên artêşa Federasyona Rûsyayê gihîştin hev. Her çi navçeyên din in, em hejmarek welatiyên xwe yên seferberkirî dişînin ji bo dabînkirina asayîşê li wan navçeyan ku gund bajar lê hatine rizgarkirin ê di bin kontrola hêzên Rûsya de ne.

Rûdaw: EM hinek paş de vegerin… Gelo hûn li bendê bûn ku n operasyoneke hinde berfireh destpê bibe:  Hûn amade bûn ji bo wê? An jî, ji bo we jî gavişkî bû? Lewre di maweya 8 salan de mirov dikare bêje ku hûn di mercên agirbestê de dijiyan.

Denis Pûşîlîn: Mixabin di maweya ew 8 salan de agirbesteke tam tunebû.  Û rikaberên me hemû derfet bi kar dianîn ku sînoran biguherînin, hêlê temasê pêşve bibin. Di maweya wan 8 salan de Ukrayna êrîşên xwe li ser me  her berdewam kir. Bê guman, ev yek jî dihîşt ku em her tim di amadebaşiyê de bin. Amadekariya me ew bû ku Ukrayna her gav dikare dest bi êrîşê bike. Belge û agahiyên dawî nîşan didin ku Ukrayna plan kiribû ku 8 Adarê  êrîşê ser me destpê bike. Û ne tenê li dijî Donbasê, her weha li dijî Kirimê jî, Kirima Rûsyayê. Û ez û hevtayê min ê ji Komara Luganskê, me alîkarî ji Federasyona Rûsyayê xwest û berteka serokê Rûsyayê jî di cî û di dema xwe de pêk hat. 24 Sibatê ew operasyona taybet destpê kir. A rastî, ev operasyon jiyana bi hezaran mirovan, jiyana şêniyên Donbasê rizgar kirin. Ji ber ku eger Ukrayna plana xwe pêk bianiya, dê qetliyameke bê pêk bihata.

Rûdaw: Ji hêla din gotûbêj berdewam in, mercên misoger tên destnîşankirin. Gelo di kîjan mercan de agirbest mumkune. Yan jî girtina Kiyevê armanca sereke ye?

Denis Pûşîlîn: Ji bo me armanc û erkê sereke  ew e ku xwe bigihînin sînorên Komara me ya Destûrî. Her çi beşa mayîn a Ukraynayê ye, jixwe mercên ji bo rawestandina agir pir bi misogerî û bi vekirî hatine gotin. Jixwe heman merc di rojeva proseya gotûbêjên di navbeyna Rûsya û Ukraynayê de ne. Lê weke em dibînin, Ukrayna nexwaze bi cidî nêzî wan mercan bibe. Merc jî pir  besît in: divê Ukrayna ji çekan bê zelandin, an ku divê hemû çekên êrîşê, jê re bên qedexekirin; divê Ukrayna ji Nazîzmê bê zelandin, an ku divê hemû rêxistin û partiyên neonazî û neteweperst werin qedexekirin; divê rûmetdan û lehengkirina hervkarên Almanyaya Naziyan, yên mîna Bandera, Şuxevîç û gelek kesayetên din ên bê rûmet bê qedexekirin; divê Kirim weke erdê Rûsyayê bê naskirin; divê Komarên Gel ên Donetsk û Luganskê bi sînorên berê yên Parêzgehên Donetsk û Luganskê werin naskirin. An ku  bi sînorên wan ên Destûrî ve. Û her weha statûya bêlayenî bê ragihandin, an ku divê dev ji planên endamtiya NATOyê bê berdan. Hemû pir zelal û besît in. Çawa ku ew merc hemû bên cîbicîkirin, tu pêwistiya bikaranîna çekan û berdewamkirina şer êdî namîne.

Rûdaw: Gelo di nava sîvîl û serbazan de windahiyên we zehf in, li gorî berfireî mezinahiya şer?

Denis Pûşîlîn: Di şerê dawî de ta niha 17 welatiyên me yên sîvîl bûne qurbanî. Ji 17 Sibatê vir ve, ku Ukrayna amadekariya operasyona êrîşê kiribû. Û 152 kes birîndar in, eger ne şaş bim. Her çi qurbaniyên di nava serbazan de ye, bê guman windahiyên me jî hene, birîndarên me jî hene. Şerekî pir çalak diçe. Û tu şer bê windahî nabe.

Rûdaw: Eger em vegerin ser wê mijarê, ku gelo çima di maweya wan 8 salan de çareseriyeke sisyasî ya vê qeyranê  pêk nehat? Ragihandina serxwebûnê ji kîjan pêwîstiyê derket holê? Gelo bizava we ya serxwebûnê ji destpêka damezrîna Ukraynayê hebû, an jî li ser sedemên cuda ew daxwaz derket holê?

Denis Pûşîlîn: Di vir devê em behsa wê qonaxê bikin, dema ku Yekîtiya Sovyetê hilweşiya û dewletên nû derketin holê. Wisa çê bûbû ku, hêj di serdema Yekîtiya Sovyetê de Donbass weke herêmeke Rûsî dihat hejmartin. Û dema ku li Ukrayanyê, Ukrayînikirina topyekûn destpê kir, hemû maf û azadiyên me hatin binpêkirin û çewisandin. Ukraynîkirin ber bere dihat meşandin: di serî de hemû belgename derbasî zimanê ûkrayînî bû. Paşê 50% bernameyên televîzyonî tenê bizimanê ûkrayînî bû, li dibistanan perwerde tenê bi zimanê ûkrayînî bû.  Her tiştê rûsî, wêjeya rûsî, kultura rûsî  dihat çewisandin û me vê yekî qebûl nedikir.

Lê xala şikandinê sala 2014-an rû da.  Dema ku li Ukraynayê derbe qewimî, derbeya çekdarî. Desthilat ket destê Neonazîyan, bi piştgiriya unsûrên radîkal ên civakê.  Û hingî yekemîn qanûnê ku Radaya Bilind, an ku Parlamento pesend kir, qedexekirina zimanê rûsî bû. Ew zimanê ku em pê jidayîk bûne, axivîne, pê difikirin û xewnên xwe pê dibînin. Hildan û qedexwe kirin. Û bi ser de jî ew hevkar û nokerên Almanyaya Naziyan kirin leheng. Yên mîna Bandera, Şuxevîç û hevkarên wan, ên ku di Duyemîn Şerê Cîhanê de êşkence û qetliyam li dijî hewelatiyên me  kiribûn. Ew nikarin bibin leheng. Ji bo me ev yek nayê qebêlkirin. Ji bo me lehengên di Duyemîn Şerê Cîhanê de bav û bapîrên me ne. Û eger em tenê Komarên Donetsk û Luganskê bijmêrin, ku paşê bi neçarî serxwebûna xwe ragihandin, 4 mîlyon mirov in. Hejmareke gelek e. Lê eger em tevaya rûs û rûsîaxêvên başûr û rojhilatê bijmêrin,  ew bi çendîn caran zêdetir in. Lê li şuna diyalogê, 15 Nîsanê  Ukrayna operasyona antîterorê da destpêkirin. Û me  tenê 11 Gulanê referandûma serxwebûnê lidar xist. Ji bo me ew pêwîstiyeke bêgavî bû. Weke din, me hebûna xwe di nava Ukraynaya nû de ne didît, ku piştî xwepêşandanên Meydanê derketibû holê. Tê da ji bo me cih êdî nemabû. Û ew operasyonê ku hatibû destpêkirin, êdî ne antî terorê bû, opreasyineke serbazî ya Ukraynayê li dijî hewelatiyên xwe bû.

Pey re Almanya û Fransa, bê guman, Rûsya jî,  destpêşxeriya proseya gotûbêjan pêş xistin. Û pê re Rêkeftinên Mînskê derketin holê, û karî ku ji bo demekî qonaxa şerê germ bide rawestandin. Lê dîsa jî, nekarî ku aştiyeke mayînde bîne. Çima Ukraynayê Rêkeftinên Mînskê cîbîcî ne kir? Çima binbariyên xwe pêk ne anîn? Ji ber ku piştî derbeya sala 2014-an, Ukrayna êdî serweriya xwe ji dest dabû. Ukrayna zê de ne serbixwe ye. Ûkarayna  ew welat e, ku xwediyên wê, ji derve  jê re dîkte dikin, ka çi bike û  çawa bike. Ukrayna bûye ew welat ku  NATO tê de xwe nêzî sînorên Rûsyayê dike. Ew jî bi xwe re metirsiyeke cidî ya şerekî berfireh li dijî Rûsyayê tîne,  ku  dikare dagere li sêyemîn şerê cîhanê, û ew jî  bo mirovahiyê dikare bibe şerekî dawî. Û di vir de Rûsya, bê guman, diviyabû bertekekî bide. Û Rûsyayê bertek da. 

Rûdaw: Weke  hûn dizanin sala 2017 gelên din jî referandûma serxwebûnê pêk anîbûn. Weke mînak Herêma Kurdistanê ya li Îraqê û herêma Kataloniya jî li Spanyayê.  Her du herêm piştî referendûmê hatin dorpêçkirin. Ewrûpa û Amerîka ku weke piştevanên kurdan bûn, serxwebûna Kurdistanê nas nekirin. Kataloniya jî bi heman şêwe. Gelo eger piştgiriya Rûsyayê ne baya qedera referendûma we çawa baya? Hûn dagahtuya serxwebûna Donbasê çawa dibînin?

Denis Pûşîlîn: Ji destêkê,  piştî derbeya serbazî ku pê re  dema ku proseyên nû destpê kirin, bi taybetî jî referendûma serxwebûna Komarên me, me ne tenê piştgiriya  rêveberiya Rûsyayê, belkî zêdetir piştgiriya gel dîtin,  gelê Rûsyayê. Çima? Loma ku em jî rûs in, weke wan. Û mirovê rûs, dema ku bêdadiyê dibîne, nikare  bêgane bimîne, dûr bisekine. Ji ber vê yekî jî di maweya vê qonaxê de, me  piştgiriya wan dît, piştgiriyeke mirovî, piştgiriyeke siyasî di proseya Rêkeftinên Mînskê de. Wan, em tenê ne hîştin, ne tenê li beramber Ukraynayê, her weha li beramber  dewletên rojavayî jî tenê nehîştin, yên ku dijî hebûna me bûn. Jixwe, di maweya tevaya werza havînê ya sala 2014 de, dema ku gund û bajarên me dihatin wêrankirin, bi erdê re dibûn yek û gelê sîvîl dihat tunekrin,  hemû dewletên rojavayî bê deng diman.  Ez ji we re bêjim, di maweya şerê 8 salî de li erdê her du Komarên me de nêzî 14 hezar sîvîl hatine qetilkirn. Tenê di Komara Gel a Donetskê 91 zarok bûne qurbanî. Û ew welatên rojavayî di medyaya xwe de tu car behsa van bûyeran ne kirin. Tu bêjî qey li vir tiştekî rû nedaye. Îca wane welatên rojavayî. Gelo çima wan serxwebûna Kataloniya û Kurdistanê nas nekir? Berê xwe bidin, ew, hemû neteweyên din, tenê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin. Nêrîn û daxwazên  gelên din ji wan re balkêş nîne, bê wate ye. Ew, yan erdê wan kontrol dikin, yan jî wan weke koloniyên xwe dibînin. Tenê li gor berjewendiyên xwe li wan dinêrin.

Rûdaw: Hûn têkoşîna serxwebûnê ya Kurdan mafdar dibînin? 

Denis Pûşîlîn: Hûn zanin, di rêziknameya Neteweyên Yekbûyî de du madeyên dijraberê hev hene, ku pey hev hatine nivîsandin. Ya yekê: mafê gelan ji bo destnîşankirina çarenûsa xwe ye. Madeya din: serweriya dewletan û yekpariya erd û sînorên wan e.  Kijan ji wan madeyan bingehîn e? Di nêrîna min de divê gel bîryarê bidin. Û mafê çarenûsa gelan divê bingehîn be. Ev nêrîn û pêgeha min a şexsî ye. Bi nêrîna min, eger nêrîn û daxwaza mirovan, gelan bihata esas girtin, lê ne ku berjewendiyên aborî yên hin dewletan, sazûmana cîhanê dê hîn adil baya. 

Rûdaw: Gelo di palana we de yekbûna bi Komara Luganskê re heye? Yan jî, yekbûna bi Kirimê re? Lewre, we got ku hêzên we û yekîneyên artêşa Rûsyayê li başûr, li hêla Zaparojye gihîştine hev…

Denis Pûşîlîn: Binêrin, niha ev mijareke hêsan nîne. Ez dixwazim bi bîr bînim ku ne tenê Rûsya serxwebûna me nas kiriye. Her weha Osetiya Başûr û Abxaziya jî em naskirine.  Lihevkirina me li gel Komara Erebî ya Sûrî jî heye li ser naskirina serxwebûna me. Ew dewletên ku piştgirî didin Rûsyayê jî hene. Weke: Kuba, Nîkaragua, Venezuela, Komara Navendî ya Afrîkayê ê yên din. Em li gel wan jî kar bikin li ser naskirina serxwebûna me. Lewma jî emê lê bunêrin ka rewş dê çawa pêşve biçe. Her çi be jî, cîhan êdî ne mîna berê be. Ew hîsterî ku îro li cîhanê rû dide, demkî ye. Di serî de ew siyaseta cezayan a li dijî Rûsyayê û yên din.

Her çi planên me, weke Komara Gel a Donetskê biyekbûna li gel Komara Luganskê ye, vê gavê ji bo me ya herî giring gihîştina bi sînorên me yên Destûrî ye. Piştî hingî emê dê li gorî nêrîn û daxwaz û pêgehên gelê xwe tev bigerin. Çi ji bo me herî zêde guncan be, emê wê esas bigrin. Bê guman di serî emê lê binêrin, ka rewşa beşa mayî ya Ukraynayê dê çawa be. Gelo Ukrayna dê bikaribe  bi vê siyaseta ne brhemdar û ne avaker ya rejîma Kiyevê ve weke dewlet bimîne an na? Yan jî, dibe ku li wê erdê damezrîneke nû derkeve holê. Lê ez tenê tiştekî dikarim bi misogerî bêjim, emê dê çi ji destê bê, bikin, da ku nêzî Rûsyayê bin. Ev yek nayê guhertin.

Rûdaw: Her çi be jî, di wê Ukraynaya nû de, weke ku we got, bi teoriki pariyeke îhtîmalê heye ku hûn bi wê Ukraynaya nû re bimînin? Yan jî bi teqezî bi Rûsyayê re bin?

Denis Pûşîlîn: Binêrin, hêj zelal nîne ka çi bi Ukraynayê re bibe.  Lê ez dikarim hîn zêdetir bêjim, diyar e êdî zelal e jî. Ukrayna dê ji çekan bê zelandin; Ukrayna dê ji Naziyan bê zelandin. Û li gorî encamên van jî, emê dê biyraya xwe ya guncan bidin. Lê hêj operasyona taybet berdewam e.

Rûdaw: Gelo bi nêrîna we, rîsk heye ku berdewamiya vê şerê xedar bi xwe re dijminahiya etnîkî di nabeyna rûsan û ûkrayîniyan de bîne?

Denis Pûşîlîn: Ez ji we re bêjim, Donbass her tim herêmeke pirnetewe bûye. Li vê derê zêdetir ji 130 neteweyên cuda dijîn. Donbas herêmeke pîşesazî ye û xwedî nişteciyên pir zêde ye. Heta ji serdemên berê de, li vê derê  tu car nakokiyên etnîkî derneketine. Hemû netewe li vê derê bi prensîpên piştevanî û pêkvejiyanê tev digerin. Ji ber ku her kes di pîşesziya giran de, di kargehên komir û kanzayan de kar dikin. Û pêdiviya her kesî bi piştgirî û piştevaniya hevûdu re heye.  Ez hêvî dikim ku ev yek dê bibe bingehek ji bo beşa mayîn ya Ukraynaya nû re jî.

Ukrayînî û Rûs yek gel e. Her kes vê yekî pir baş têdighêje. Hûn nikarin ne bi zahîrî wan ji hevdû   cuda bikin, ne li gorî asta perwerdehiyê cuda bikin, ne jî li gorî dîroka hevpar û ne ji bi parametreyên din. Tenê ji bilî van 8 salên dawî, ku  hewildan dihat kirin ku  rewşê biguherînin. Lê ew hewildan, ji derve bûn. Û tu şansa jiyanê ya wan hewildan tune.  Ez bawer dikim ku niha rewş diguhere, û hem Ukrayna, hem Belarûs û hem jî Rûsya mehkûma pêkvebûnê ne. Û tenê bi hev re ew dikarin dijî gefên ji derve rawestin.  

Rûdaw: Gelo potensiyala Donbasê çend têra xwe dike ku weke dewleteke serbixwe bikaribe aboriya xwe pêş ve bibe asta jiyana gelê xwe baştir bike. Bêyî piştgiriya Rûsyayê, ku niha din bin dorpêçeke pir giran de ye.

Denis Pûşîlîn: Donbas herêmeke pîşesazî ye. Ji bilî samanên binerdî, ji bilî potensiyala xwe ya pîşesazî, samana herî giranbuha ya Donbasê mirov in ku dixwazin û dikarin kar bikin  ji bo rîfaha welata me ya mezin. Ez behsa rîfaha Rûsyaya mezin dikim. Ez dikarim bi misogerî bêjim ku potensiyala Donbasê têra xwe dike, bi taybetî jî, piştî ku emê bigihêjin tevaya sînorên Destûrî  yên Komara Gel a Donetskê.

Rûdaw: Di dawiya de dixwazim bibîhizim, ka hûn çi dikarin ji temaşevanên kurd re bibêjin? Hem di warê têkoşîna wan a azadîxwaziyê de, hem jî, li ser têkoşîna we ya îroyîn.

Denis Pûşîlîn: Di vir de, bijartina hevpeymaneke rast, pir giring e. Ji ber ku di perspektîva demdirêj de, ev yek xwedî roleke giring ya çarenûssaz e.  Em vê gavê di şexsa  Rûsya û rêveberiya wê de, wê dewletê dibînin, ku hemû binbariyên xwe cîbîcî dike. Bi taybetî jî di siyaseta derve de. Û soza xwe her tim digre, heta dema ku partnerên wê xwedî li sozên xwe derakevin jî. Lewma jî, divê bi wan dewletan re hevkarî bê kirin, yên ku siyaseta wan ron û  aşkere ye û hevkariya li gel wan, li ser bingeha rêzgirtina berjewendiyên hevpar hatiye avakirin.   Welatên rojavayî, Amerîka û Brîtanya jî tê de, îsbat kirin ku ew sozên xwe nagirin. Û îro em encamên wê jî dibin, ka li cîhanê çi duqewime.  Em dibînin ku îro şerê ji bo çavkaniyan berdewam e û berjewndiya welatên din û gelên din berçav nayê girtin. Kurd jî tê de. 

Rûdaw: Dîsa jî  banga we ji bo Kurdan çi ye? 

Denis Pûşîlîn: Hevkarên xwe û welatan rast hilbijêrin, yên ku pêwîste hûn bi wan re  peywendî daynîn û ji bo  demê pêş hevkarî bikin.

Rûdaw: Zor spas ...

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst