Birêvebirê Giştî yê Kompanyaya Qemer Enerjiyê da zanîn ku erêkirina sererastkirina yasaya budceyê "ji bo zêdekirina berhemanîna petrolê li Kurdistanê girîng e. Ji wê jî girîngtir, zêdekirina dahatan e, ji ber ku niha nirxê firotinê li Herêma Kurdistanê gelekî kêm e."
Birêvebirê Giştî yê Kompanyaya Qemer Enerjiyê Robin Mills ku bû mêvanê Şehyan Tehsînê di bultena 17:00ê ya Rûdawê de, ragihand kir ku eger hinardekirina petrolê dest pê bike, wm dikarin di navbera sê mehan de asta berhemanîna petrolê bigihînin 390 hezar bermîlan di rojê de.
Birêvebirê Giştî yê Kompanyaya Qemer Enerjiyê Robin Mills pirsên Şehyan Tehsînê bersivandin:
Rûdaw: Erêkirina sererastkirina yasaya budceyê ji bo petrola Îraq û Herêma Kurdistanê gaveke çawa ye?
Robin Mills: Di çend mehên borî de me hinek nîşanên erênî li ser vekirina wê boriya petrolê ya ku diçe Tirkiyeyê dîtine, ku bêguman ji bo zêdekirina berhemanîna petrolê li Kurdistanê girîng e û ji wê jî girîngtir zêdekirina dahatan e, ji ber ku niha nirxê firotinê li Herêma Kurdistanê pir kêm e. Lê ev sererastkirin li komîteya li Parlamentoya Bexdayê rastî dijberiyê hat, hinek endamên komîteya petrolê dijayetiyê dikin û reşnivîsên xwe yên taybet pêşkêş dikin, ku gelekî cuda ne û dixwazin kontrola hikûmeta federal li ser kerta petrol û darayî ya Kurdistanê zêdetir bikin.
Ango wisa xuya dike ku hîn jî pêwîstiya me bi gotûbêj û nîqaşên zêdetir heye, beriya çareserkirina vê pirsgirêkê. Ez bawer nakim ku reşnivîsa niha ji aliyê hikûmeta herêmê ve were erêkirin. Di heman demê de, nivîsgeha serokwezîr bi piranî wisa xuya dike ku tenê li benda parlamentoyê ye û dixwaze bizane ka dê çi biqewime.
Rûdaw: Ji aliyê teknîkî ve, çi qas dem ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê pêwîst e?
Robin Mills: Beriya girtina boriyê, Herêma Kurdistanê rojane nêzîkî 390 hezar bermîlên petrolê berhem dianîn. Niha rêje piçekî ji 200 hezar bermîlan zêdetir e. Li gorî wê dema kurt a piştî girtina boriyê, gelekî baştir bûye, lê hîn gelek maye ku bigihije lutkeya xwe. Lê eger borî were vekirin kompanya dikarin bi lez berhemê zêde bikin. Ez dikarim bêjim di du-sê mehan de dikarin bigihijin asta berhema berê.
Rûdaw: Gavên hikûmet û kompanyayan ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê dê çi bin?
Robin Mills: Yek ji pirsgirêkên sereke ew e ku çi qas pere bi kompanyayên petrolê li hemberî hilberîna wan tê dayîn. Mesrefa hilberîna wan heye, li gorî texmîna kompanyayan nêzîkî 20 dolarî ye ji bo her bermîlekê, her wiha 6 dolar jî mesrefa veguhastinê ye ji bo gihandina petrolê heya xala firotinê. Di destpêkê de aliyê federal tenê 6 dolar ji bo her bermîlekê pêşniyar kir ku têrê nake.
Niha wisa xuya dike ku rêje bilind bûye û gihaye 16 dolarî ji bo her bermîlekê ku nêzîktir e, lê hîn jî kêmasî heye. Kompanyayên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin dixwazin pereyên zêdetir wergirin ji bo dabînkirina hemû mesrefên xwe.
Mesrefa hemû şirketan ne wekî hev e. Em li vir qala navinciyekê dikin. Pêwîst e peredayîneke navincî hebe û piştre hinek guncandin ji bo qerebûkirina kompanyayên cuda li gorî rewşa wan jî hebe. Lê qet nebe eger em karibin dest bi peredayîna demkî bikin, ji bo ku hilberîn û hinardekirin bi rêya boriyê dest pê bike, piştre hûrgiliyên peredayînê dikarin werin diyarkirin.
Rûdaw: Çima ev cudahî di mesrefa hilberîna petrolê de li Herêma Kurdistanê heye?
Robin Mills: Bê guman hikûmeta federal dixwaze kêmtirîn pere ji bo berhemanînê bide. Dixwazin rêjeya budceya ku divê ji bo vê armancê were terxankirin sînordar bikin. Aliyê federal her wiha dibêje mesrefa berhemanînê li başûrê Îraqê gelekî kêm e. Em dikarin bêjin şeş dolar jimareyeke guncaw e li wir.
Çima divê em jimareyeke gelekî bilindtir bidin ji bo berhemanînê li Kurdistanê? Ji ber ku berhemanînê petrolê li Kurdistanê bihatir e, zehmetir e. Rêya hinardekirinê dirêjtir e, ji ber ku divê di nav Tirkiyeyê re derbas bibe. Ev kêlge jî di 15 salên borî de ji tunebûnê hatine pêşxistin. Di heman demê de, bêguman vêga nêzîkî 70 yan 80 salî ye pîşesaziyeke mezin a petrolê li başûrê Îraqê heye. Ango du rewşên pir cuda ne.
Rûdaw: Hinek dibêjin divê ew kêmasiya di navbera 16 û 26 dolaran de were dagirtin, gelo Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê wê kêmasiyê dagire?
Robin Mills: Ez bawer nakim ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê valahiyê dagire, ji ber ku diyar e pişta xwe bi veguhastina budce û dahatên petrolê girê dide ji bo birêvebirina berpirsyariyên xwe. Loma ez bawer dikim zêdetir îhtimal heye ku yan hikûmeta federal divê wê rêjeya ku dide zêde bike, yan jî divê kompanya qebûl bikin ku pereyên kêmtir wergirin.
Lê her tişt girêdayî kompaniyê ye, ji ber ku hinek kompanya li Kurdistanê, wekî min qal kir, mesrefa berhemhanîna wan kêmtir e û hinek zêdetir e. Ev 26 dolar navincî ye. Ne şert e ji bo hemû kompanyayan wek hev be.
Rûdaw: Dema dibêjin 26 dolar bilindtirîn mesref e, gelo kompanya hene mesrefa wan zêdetir be?
Robin Mills: Ev navincî ye. Ango hinek kompanya zêdetir e û hinek kêmtir e. Em bi awayekî hûrbîn nizanin çiqas e ji bo her kompaniyekê, ji ber ku ew jimar nehênî ne. Bêguman ev beşek ji gotûbêjan e ku aliyê Bexdayê dixwaze van agahî û peymanan bibîne ji bo têgihiştina mesrefên her kompaniyekê. Pêşniyarek ji bo danîna şêwirmendekî heye ku tê û lêpirsînê li ser van peymanan dike ji bo derxistina jimareyên rast. Heta niha ew şêwirmend nehatiye danîn, lewra vê pêvajoyê dest pê nekiriye.
Rûdaw: Çend kompanya daxwaza wan pereyan dikin? Daxwazê ji kê dikin?
Robin Mills: Te berê grafîkeke gelekî baş pêşkêş kir û hemû ew kompanyayên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin û asta berhemanîna wan nîşan da. Bêguman te behsa DNO û Gulf Keystone û Genel û kompanyayên din jî kir.
Bi dilniyayî ev hemû kompanya dixwazin pereyên karên xwe wergirin. Niha destpêkirina berhemanînê mesrefeke zêde naxwaze, tenê vekirina bîran û zêdekirina berhemê ye. Pirsgirêk ne ev e. Pirsgirêk ew e ku kompanya dixwazin dilniya bin ku pereyên tevahiya berhemanîna xwe werdigirin û hemû mesrefên wan tên dabînkirin. Ev e pirsgirêka rastîn. Bêguman piraniya van kompanyayan îro berhemanîna wan heye.
Rûdaw: Tu dikarî jimareyekê bêjî, daxwaza çiqasî dikin?
Robin Mills: Li gorî vê rewşê, piraniya van kompanyayên ku niha berhemanîna wan heye, petrolê ji bo bazara navxweyî berhem tînin, lê negihiştine wê asta bilind a ku dikarin bigihînê eger boriya petrolê vebûya. Dibe ku mesrefa zêdekirina berhemanînê ji bo van kompanyayan kêm be.
Dibe ku em behsa çend milyon dolaran ji bo her kompanyayeke bikin ku ne rêjeyeke zêde ye li gorî dahata ku ji zêdekirina berhemanînê bidest dixin, lê divê kompanya werin piştrastkirin ku bi tevahî û bi dadperwerî pereyên wan bi wan tên dayîn.
Bi rastî ya pirsgirêk ji bo wan ev e. Pêwîst e mesrefên kargerên xwe dabîn bikin, bo nimûne, meaşên karmendên xwe, amûrên xwe, çakirin û parastina wan. Her wiha ew madeyên kîmyewî yên ku bi kar tînin û ew hemû mesrefên kargeriyê.
Pêwîstiya wan bi mesrefa veguhastinê jî heye, ku didin boriya petrolê ji bo veguhastina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê. Her wiha divê pereyên wê hemû veberhênana wan a berê bi wan were dayîn ku di kolana bîran û avakirina dezgehan û yên din de kirine, ku hîn hewl didin pereyên xwe wergirin.
Rûdaw: Çend kêlgeh di navbera nêzîkî du salên borî de li Herêma Kurdistanê hatine girtin?
Robin Mills: Jimara rast nayê bîra min, lê te behsa kompanyayan kir, piraniya van kompanyayan kompanyayên petrolê li Herêma Kurdistanê ne, her yek ji wan li yek kêlgegê kar dikin, dibe ku hinek ji wan li du kêlgehan kar bikin.
Wekî nimûne, Kompanyaya DNOyê li zeviyên Tawkê û Pîşabûrê kar dike. Heke em jimara kompanyayan berhev bikin, ew nêzîkî jimara kêlgehan e. Dibe ku du kêlgehên hinek kompanyayan hebin. Wekî nimûne, tenê yek kêlgegeha Gulf Keystone heye ku Şêxan e.
Jimara kêlgehan ne zêde ye. Nêzîkî 10 ta 15 kêlgehên berhemhêner hene. Rastî ew e ku çar an pênc kêlgeh piraniya petrolê hildiberînin. Kompanyaya Kar Groupê ku kompaniyeke navxweyî ya Kurdî ye, mezintirîn e. Kêlgeha ku ez ji wê agahdar im, Teq Teq hatiye girtin lê ne ji ber boriyê. Girtina wê ji ber pirsgirêkên teknîkî yên berê bû. Niha hinek plan ji bo dubare vekirina wê hene. Kêlgehên din kar dikin û berhema wan heye, lê ne bi asta herî bilind a şiyana wan.
Rûdaw: Ti kompanya heye ji Herêma Kurdistanê vekişiyabe?
Robin Mills: Kompanyayan karên xwe ranegirtin ji ber kêmbûna nirxê yan jî jidestdana gihiştina boriya petrolê lê hilberîna xwe kêm kirin, ji ber ku bazara navxweyî nikare hemû petrolê wergire. Şiyana pêwîst ji bo parzinandin û hinardekirina bi tankeran û tiştên wisa nîne.
Eger em bêjin kompanya berhemên xwe di bazara navxweyî de difiroşin, bermîlek bi nêzîkî 30 dolarî ye. Vê gavê nirxê bazara cîhanî nêzîkî 70 dolarî ji bo her bermîlekê ye. Tu dikarî bibînî ku kompanya kêmtir ji nîvê bihayê bazara cîhanî werdigirin, loma dikarin di wê astê de berhem bînin, lê nikarin bi rêjeya ku dixwazin hilberînin.
Rûdaw: Kompanya daxwaza çi jî dikin? Gelo daxwaza peymanên nû dikin? Kengî dê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dest bi gotûbêjan bikin?
Robin Mills: Peymanên wan hemû kompanyayan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hene û bi salan e ew peymanên wan hene. Bi rastî ya ku ji bo wan pêwîst e, du tişt in: Yekem, wek me behs kir, pêwîst e zanibin çi qas pere bi wan tên dayîn. Gelo mesrefên wan bi tevahî tên dabînkirin? Her wiha gelo di dema xwe de û bi awayekî pêbawer pereyên wan tên dayîn?
Duyem, pêwîstiya wan bi wê yekê heye ku hikûmeta federal li Bexdayê lê mikur were ku peymanên wan ên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re yasayî ne. Yan jî şopandin li wan peymanan were kirin ji bo ku ji aliyê desthilatên federal ve wek peymanên yasayî werin pejirandin. Di van demên dawî de çend dosyayên dadgehê li Bexdayê hebûn û yek ji wan dosyayan ew bû ku ew peymanên heta niha dirust in. Ji ber vê kompanya di birina dosyayekê de bi ser ketin, lê pêwîstiya wan pê heye ku ev bi başî were piştrastkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse