Mehmet Alî Dîm: Em dixwazin li Hewlêrê forûmekê li dar bixin

08-10-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Mehmet Alî Dîm pirsên Şewket Herkî bersivandin / Wêne: Rûdaw
Mehmet Alî Dîm pirsên Şewket Herkî bersivandin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Konseya Navneteweyî ya Medyayê (GJC) Forûm Hewlêr Antalya Mehmet Alî Dîm
A+ A-

Serokê Konseya Navneteweyî ya Medyayê (GJC) Mehmet Alî Dîm got, “Em dixwazin li Hewlêrê forûmekê li dar bixin.”

Li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê bi destpêşxeriya Konseya Navneteweyî ya Medyayê (GJC) forûmek hat lidarxistin.

Serokê Konseya Navneteweyî ya Medyayê (GJC) Mehmet Alî Dîm di forûmê de bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî da.

Serokê GJCyê Mehmet Alî Dîm behsa kar û xebatên xwe kir û anî ziman:

“Em hewla zêdekirina endamên xwe nadin, ji ber ku ji bo me ji hejmara endaman zêdetir naverok girîngtir e.

Wate em dezgehên cidî, kesên cidî dikin endamên xwe ne her kesî, di nav me de karmendên Rûdawê jî hene.

Ji destpêkê heta niha bi me re ne û alîkariyeke cidî didin me.

Heta em plan dikin ku rojên pêşiya me em biçin Hewlêrê.”

Serokê GJCyê Mehmet Alî Dîm li ser metirsiya bikaranîna xirab a medyaya civakî jî da zanîn:

“Hûn hema dibînin ku kesê medyaya civakî bi kar tîne, yekser xwe wekî rojnameger dibîne lê di esasê de ne rojnameger e.

Hinek zanyarî û gotegotan bêyî çavkanî li ser torên civakî belav dikin, li gorî amaran ji sedî 73ya wan naverokan derew in û ji rastiyê dûr in.

Kesên wan agahiyan dixwînin wiha difikirin ku agahî rast in û civaka ku dikeve bin bandora wan agahiyên nerast dibe civakeke gelekî xeternak.”

Di forûmê de nûnerên 53 welatan amade bûn.

Her wiha di forûmê de mijara teknolojiya nû, medyaya dijital û di demên şer de helwesta medyayê hatin gotûbêjkirin.

Hevpeyvîna Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî ya bi Serokê Konseya Navneteweyî ya Medyayê (GJC) Mehmet Alî Dîm re:

Rûdaw: Silav bînerên hêja em vê hevpeyvînê li yek ji herêmên geştyariyê yên Tirkiyeyê li navçeya Alanyayê ya Antalyayê encam didin. Mijara hevpeyvîna me karûbarên medyayê, medyaya dîjîtal û bikaranîna hişê çêkirî ya di medyayê de ye. Ji bo forûma Konseya Navneteweyî ya Medyayê (GJC) em vê hevpeyvînê encam didin. Konseya navborî 14ê Çiriya Pêşîna 2019an bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê hat damezirandin. Heta niha gelek forûm û xebat encam dan. Niha jî Serokê Konseya Navneteweyî ya Medyayê Mehmet Alî Dîm mêvanê me ye. Destpêkê hûn bi xêr hatin.

Serokê GJCyê Mehmet Alî Dîm: Di nav xêre de bin

Rûdaw: Min hinekî behsa karên we kir lê ez dixwazim ji we jî bipirsim, Konsey kengî hat damezirandin, zêdetir hûn li ser kîjan mijaran dixebitin? Heta niha we çend forûm encam dane?

Serokê GJCyê Mehmet Alî Dîm: Belê wekî ku we jî behs kir, em rêxistinek in ku roja 14ê Çiriya Pêşîna 2019an bi biryareke Serokkomarê me hatiye damezirandin. Em wekî rêxistineke navneteweyî hatine avakirin. Yasaya hejmar 3335 heye, em li gorî wê yasayê hatine damezirandin. Ji ber wê em dikarin bêyî destûr û ruxset di qada navneteweyî de kar û xebatên xwe bikin. Me jî wekî rêxistineke navneteweyî pêngavên xwe avêtin. Ji destpêka damezrandinê heta niha di warê karên medya û rojnamegeriyê de hem li Tirkiyeyê hem jî li Ewropayê em bûne rêxistina herî bi bandor û xwedî prestîj.

Ez dikarim bêminet vê yekê bêjim, ji ber ku li Enqereyê navenda giştî û li Stenbolê ofîseke taybet, li Bakuya Azerbaycanê jî ofîseke me heye. Em hewla zêdekirina endamên xwe nadin, ji ber ku ji bo me ji hejmara endaman zêdetir naverok girîngtir e, wate em dezgehên cidî, kesên cidî dikin endamên xwe ne her kesî, di nav me de karmendên Rûdawê jî hene. Ji destpêkê heta niha bi me re ne û alîkariyeke cidî didin me. Heta em plan dikin ku rojên pêşiya me em biçin Hewlêrê.

Armanca me ya esasî ew e ku em xwe wekî odeyeke pîşeyî nabînin, em hinekî xwedî mîsyonên taybet in. Mîsyon wate rola me ya esasî dîplomasî ye. Em piştgiriya dîplomasiyeke sivîl dikin.

Hûn dizanin ku karên dîplomasiyê li welatê me bi destê Wezareta Karên Derve û dîplomatkaran tê meşandin. Li aliyê din çend rêxistin, kesayet, sazî, kompanyayên navneteweyî hene ku di qada navneteweyî de piştgiriya dîplomasiya Tirkiyeyê dikin. Ji ber wê em jî di qada medyayê de alîkariya dîplomasiyê dikin. Ev yek jî me li gorî odeyên pîşeyî hinekî din cudatir û taybet dike.

Dema ku em hatin damezirandin jî Wezîrê Karên Derve yê wê demê Birêz Mevlut Çavuşoglu gelekî alîkariya me kir. Çavuşoglu ji me re got, rast e li Tirkiyeyê gelek rêxistinên medyayî, odeyên pîşeyî, federasyon, konfederasyon û sendîka û cemiyetên rojnamegeran hene lê ti ji wan li derveyî welatê me kar nakin. Me pêwîstî bi rêxistinên rojnamegerî yên wiha heye ku bikarin li derveyî Tirkiyeyê jî di aliyê dîplomasiyê de û di aliyê medyayê de piştirgiya me bikin.

Eger dê karekî bikin karekî wiha bikin, ez jî dê piştigiriya we bikim û bi biryara Serokkomarê me em yekîtiyekê ava bikin. Birêz Çavuşoglu ji bo ku em bikarin karên xwe di qada navneteweyî de bi rihetî bikin rê nîşanî me da. Em spasiya wî dikin, dema me dest bi kar kir wî gelekî alîkariya me kir. 10 rojan piştî damezirandina konseya xwe wate roja 24ê Çiriya Pêşîn me civîna Konseya Medyaya Rûsyayê û 21emîn Kongreya Cîhanî ya  Medyaya Rûsyayê jî li Enqereyê encam da. Ji 60 welatan nêzîkî 180 rojnameger beşdarî wê kongreyê bûn. Me 4 rojan mêvanên xwe hem li Kapadokyayê hem li Alanyayê gerandin. Me ev kar tenê 10 rojan piştî damezirandina xwe encam da. Ji xwe ev karê me ji bo dîplomasiya sivîl bû pêngavek.

Piştî wê me li Azerbeycana bira û dîsa li Bakurê Qibrisê forûmên xwe encam dan. Bi taybetî li Azerbaycanê hem beriya serkeftina wê ya li Qerebaxê hem piştî serkeftina Qerebaxê me piştgiriya Azerbaycanê kir ku dengê xwe bigihîne qada navneteweyî. Me hejmarek rojnamegerên biyanî birin Azerbaycan û Qerebaxê. Hûn dizanin Gurcistan cîranê me ye, em du caran çûne Gurcistanê, di dîrokê de cara yekem e, me rojnamegerên du welatên di şer de wate rojnamegerên Azerbaycan û Ermenistanê anîn cem hev.

Me rojnamegerên her du welatan li dora mêzekê civandin. Me got bila xalên xwe yên hevbeş û ji hev cuda gotûbêj bikin, bila bigihine wê encamê ku şer tenê amûrêkî demkî ye. Ya mayînde û esasî aştî ye, dostanî û jihevhezkirin e, biratî ye. Me civînek encam da ku ew wekî rojnamegerên du welatan bikarin hevkariya di navbera xwe de zêdetir bikin. Me ev civîn li Tiflîsê encam da. Erê civîn li Tiflîsê bû lê xwediyê malê em bûn. Dixwazim bêjim konseya me di demeke kurt de karî hem li nav welêt û hem li derveyî welêt civîn û karên mezin bike. Em gihiştine statuyeke wiha. Nasnameyeke me ya wiha heye. Ez spasiya hemû sazî û aliyên ku alîkariya me kirine dikim.

Rûdaw: Mijareke sereke ya forûma îsal meseleya medyaya dijîtal bû. Heman demê we behsa hişê çêkirî jî kir. Dixwazim bizanim, li Tirkiyeyê medyaya dijîtal, hişê çêkirî di çi astê de ye? Rojnameger li Tirkiyeyê çi qasî dikarin sûdê ji hişê çêkirî wergirin? Di forûmê de kîjan aliyên vê meseleyê hatine gotûbêjkirin?

Serokê GJCyê Mehmet Alî Dîm: Destpêkê ez behsa vê bikim, medya niha di nav guhertinekê de ye. Bi taybetî telefonên di berîkên me de bûne sedem ku guhertinên teknolojîk pêk werin. Rewşa heyî bandorê li hemû qadan dike, pêvajoya dîjîtal wekî bahozekê, wekî şoreşekê mohra xwe li sedsala nû daye. Em gihiştine asteke wiha.

Li aliyê din, medyaya klasîk heye, wate rojnameyên çapkirî û televîzyon, ew jî medyaya klasîk in. Niha medyaya civakî êdî li ser medyaya klasîk bûye gef. Her çi qas hinek sûdên medyaya civakî hebin jî lê li kêlekê heman demê zererên wê jî hene. Li aliyekî medyaya civakî dikare alîkariya medyaya klasîk bike û wê bi pêş bixe, ji ber ku medyaya civakî dikare nûçeyên medyaya klasîk bi lînk û parvekirinan  bigihîne bînerên zêdetir. Li aliyê din medyaya civakî dibe sedem ku medyaya klasîk xilas bibe û nemîne. Vê yekê çawa dike?

Hûn hema dibînin ku kesê medyaya civakî bi kar tîne, yekser xwe wekî rojnameger dibîne lê di esasê de ne rojnameger e. Hinek zanyarî û gotegotan bêyî çavkanî li ser torên civakî belav dikin, li gorî amaran ji sedî 73ya wan naverokan derew in û ji rastiyê dûr in lê dema kesên wan agahiyan dixwînin wiha difikirin ku ew agahî rast in û civaka ku dikeve bin bandora wan agahiyên nerast dibe civakeke gelekî xeternak. Di wan demên dawî de di nava civakê de tundûtûjî, teror ji ber wê ye.

Li aliyê din, li ser yekîtiya malbatan metirsiyê durist dike. Heman demê pirsgirêkeke ku niha cîhan hemû rûbirû dibe, xwekuştin, pirsgirêkên derûnî û têkçûna civakê ye. Bi ditîna min sedema bingehîn a wan hemûyan jî torên civakî ye. Vê yekê ez nabêjim, pisporên mijarê dibêjin. Ji ber wê êdî pêwîst e em şerê xwe li gel medyaya civakî bikin û ew jî ji qada me destê xwe bikêşe.

Di komxebatên me de yek ji babetên sereke jî ev in. Çi ne ev mijar, mijara dijîtalî û bikaranîna xelet a torên civakî. Mijareke din ew e ka dê medyaya klasîk çawa sûdê ji medyaya civakî bistîne û em dê çawa bikarin li hemberî medyaya civakî tebikoşin, heman demê em kar li ser hişê çêkirî dikin ka dê ev yek çawa di medyayê de were bikaranîn. Em li ser van mijaran kar dikin û dawiyê jî em dê raporekê li ser xebatên xwe eşkere bikin.

Rûdaw: Wekî hûn dizanin ji bo vê meseleyê bingeke yasayî jî pêwîst e. Ji xwe niha li Parlamentoya Tirkiyeyê gotûbêj li ser yasaya înternetê tê kirin. Di aliyê yasayî û hiqûqî de hûn mijarê çawa dibînin. Gelo îhtimal heye ku yasa heman demê li ber azadiya medyayê bibin asteng?

Serokê GJCyê Mehmet Alî Dîm: Ez vê bibêjim ku ez heman demê endamê Komîteya Giştî ya Îlanên  Medyayê me. Hûn dizanin ku vê saziyê berê îlan (reklam û belavokên resmî) didan rojnameyan. Me wekî lijne nêzîkî 18 mehan beriya niha biryarek da û me got bila li gorî yasaya înternetê êdî malperên înternetê jî bikarin îlanan bistînin. Lê pêwîst e ku hinekî şertan bînin cih, pêwîst e kadroyên wan wekî nûçehihan hebin. Bifikirin em li welatekî dijîn ku her kes dikare serê sibehê rabe ji xwe re malpereke nûçeyan veke.

Niha li Tirkiyeyê bi hezaran malper hene, tenê li Antalyayê ez bawer im zêdetirî 2 hezar malper hene. Wate bi hezaran malper hene û em nikarin wan hemûyan wekî malperên rastî yên nûçeyan qebûl bikin. Saziya belavkirina îlanan jî got, kîjan malper xwedî nûçegihan, edîtor, serkar û berpirsê weşanê û kadroyên din be ez jî dê îlanan bidime wan.

Ya rast jî îlanên baş didin û li hemberî wê jî pereyekî baş didin. Piştî wê gelek malperan xwe baştir kir. Ji bo ku bikarin îlanan wergirin û pereyan qezenc bikin, li gorî yasayê kadroyên xwe ava kir, weşanên wan birêkûpêktir bûn, di aliyê exlaqî de weşanên xwe baştir kirin. Bi vê yekê dewlet piştgiriya sîstemeke wiha dike ku êdî nûçeyên derew neyên belavkirin, yên ku van pîvanan bi cih bînin xwe li ser pêyan digirin û yên din jî têk diçin.

Rastiyek heye ku niha her kesê bixwaze dikare bi 500 dolarî malperekê veke. Wate domaîn û nav û hemû pêdîviyên malperekê bi 500 dolaran tê çareserkirin lê welatekî ku her kesekî 500 dolaran bide bibe xwediyê malperekê em nikarin bêjin ev demokrasî ye. Ev yek ne azadî ye jî. Ev yek tenê dibe sedema zêdebûna tevlîhevî û alozîyan. Niha sîstemeke wiha heye.

Li ser vê heta niha gelek caran me fikra xwe bi raporan ji hikûmetê re jî gotiye. Me gotiye bila hinekî pîvan hebin, erê rast e pêwîstî bi çi destûran nîne, rojnameger destûrê ji ti kesî naxwazin, rast e em vê yekê qebûl dikin. Em dibêjin ji bo ku rojnameger destûrê naxwazin, ji bo çêkirina nûçeyan destûr nayê xwestin lê nabe ku li welatekî  kuaforek heta dikanekê vedike 36 îmzeyan kom bike lê malperek bêyî îmza hema li gorî serê xwe dest bi kar bike.

Tenê hûn daxwaznameyekê didin dozegeriyê, ev jî şert nîne eger hûn bixwazin hûn didin hûn  nexwazin hûn wê jî nadin. Hema malpera xwe vedikin û dest bi wihanê dikin. Me jî got wiha nabe pêwîst e em hinek pîvanan dayînin. Paşê hinek xebatên yasayî hatin kirin. Niha dibêjin herî kêm divê 2 kadro hebin, xwediyê wê eşkere be, navnîşan hebe û li ofîsa serokkomariyê hatibe tomarkirin. Li ofîsa ragihandinê sîstemek heye ji bo tomarkirina dezgehan pêwîst e li wir hatibe tomarkirin.

Li ser van xalan xebatek hat kirin lê hîn jî ji 70ê malperan qaçax in, wate korsan dixebitin. Gelek rêya me heye lê bi rastî me gelek dem nîne. Em dibêjin hema em çi bikin, ew jî baş e.

Rûdaw: We di destpêka axavtina xwe de behsa Rûdawê jî kir. Em jî di forûma we de amade bûn. Çi qasî derfeta we heye ku hûn Rûdawê bişopînin. Bi taybetî di van salên dawî de di mijara dijîtal û hişê çêkirî de Rûdawê pêşengiyeke gelekî baş kir. Hûn karên me wekî Rûdaw çawa dibînin?

Serokê GJCyê Mehmet Alî Dîm: Ya rast ji ber nebûna demê ez zêde nikarim li medyayê temaşe bikim. Wate hema li dezgehên din jî ez nikarim zêde temaşe bikim. Bernameyên min gelek in û dema min namîne.

Tenê ez dikarim bi rêya telefonê torên civakî û naverokên ku ji min re tên şandin temaşe bikim lê ez Rûdawê dizanim. Gelek caran karên we bi taybetî jî li ser YouTubeyê digihine ber destê min.

Zêdetir pirsgirêkên min ên demê hene, dema min nabe ku ez rûnim û ekrana televîzyonekê temaşe bikim lê ez carinan karên we dibînim. Li ser Rûdawê tiştê herî girîng ew e ku navenda wê li bajarê Hewlêrê ye. Ji ber wê weşanên wê yên li ser Tirkiyeyê roleke cidî di pêwendiyên Tirkiye û Rêveberiya Herêma Bakurê Îraqê de dibîne.

Ev yek gelekî girîng e. Em hêvî dikin ku demên pêşiya me em jî wekî şandeyeke rojnamegeran biçin Hewlêrê. Em dê bikarin pêwendiyên xwe bihêztir bikin. Em hêvî dikin ku Rûdaw TV alîkariya me bike.

Rûdaw: Ji bo forûma sala pêşiya me îhtimal heye ku hûn forûma xwe li Hewlêrê encam bidin. Beriya hevpeyvînê jî em li ser axivînê Gelo plana we heye ku saleke din hûn vê forûmê li Hewlêrê encam bidin?

Serokê GJCyê Mehmet Alî Dîm: Ya rast em dixwazin li Hewlêrê forûmekê li dar bixin. Ez berê jî çûme Hewlêrê, niha bûye bajarekî gelekî pêşketî. Yanî ji texmînan zêdetir bi pêş ketiye. Wekî berê nemaye, berê pirsgirêk hebûn lê niha Hewlêr gelekî baş e.

Eger karibin di vê derbarê de hem bi rayedarên li Hewlêrê hem jî yên li Enqereyê pêwendiyekê durist bikin û em bikarin bi berpirsên hikûmeta wir re jî pêwendiyekê dayînin em dê forûmê bikin.

Em hemû karên xwe bi fermî dimeşînin. Em ji bo forûman bi berpirsên welatan û balyozên wan re dikevin pêwendiyê, em biçin kîjan welatî em li ser agahiya berpirsên wî welatî diçin û em wan agahdar dikin. Em hevahengiyekê durist dikin, di vê mijarê de jî pêdiviya me bi alîkariya we heye.

Rûdaw: Em jî hêvî dikin ku saleke din forûma we li Hewlêrê were kirin.

Serokê GJCyê Mehmet Alî Dîm: Înşallah, ji bo me şanazî ye.

Rûdaw: Hêvî dikim em jî we li Hewlêrê pêşwazî bikin. Gelekî spas ji bo vê derfetê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst