Jiyana Kurdên li Ewropayê bû fîlm

30-12-2017
RÛDAW
Fîlma Strana Şikestî
Fîlma Strana Şikestî
Nîşan F3ilm Strana Şikestî Can Bapîr Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Derhênana fîlmeke nû ya drama ya kurdî bi dawî bû. Navê fîlmê “Strana Şikestî” ye û ji aliyê derhênerê Kurd ê ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, Can Papîr ve, li welatê Nemsayê hatiye berhemanîn.

 

Fîlma “Strana Şikestî”, fîlmeke drama Kurdî ye. Derhêner Can Papîr e û ji çîrok û senaryoya hevbeş a Can Bapîr û Evro Berazî ye.

 

Tevî ku hê jî fîlm nehatiye weşandin lê derhêner Can bapîr naveroka wê ji Rûdawê re aşkere kir û got, ku pûxteya wê li ser evîna keçeke kurd a mûzîkjena gîtarê ya li gel xortekî qereçî ye. Çîrok li bajarê Viyenna ya Nemsayê derbas dibe û li wir hatiye amade kirin. Herweha fîlm beşekî ji  jiyana kurdên li Ewropa dide nasîn.

 

Fîlma “Strana Şikestî” zorî û zehmetiyên jiyana Kurdên li Ewropa dide nîşandan lê di warê aborî de ev fîlm bi xwe jî di bin şert û mercên zemhet de hatiye amadekirin. Fîlma bi 40 xulekî bê sponser û bi derfetên taybet yên derhêner hatiye berhemanîn.

 

Komek aktor û karmendên hunerî û teknîkê yên Kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê, ku piraniya wan ji Rojavayê Kurdistanê ne, di fîlmê de cîh digrin.

 

Hunermend Canyar Kobanî û Evîna Welat, aktorên dramayê yên Sûriyê, Daryos Darî û Can Bapîr û hin aktorên din, çend ji wan beşdaran in.

 

Derhênana fîlmê hê nû bidawî bûye. Di dema pêş de dê li welatên Nemsa û Almanya û hin welatên din ên Ewropa were nimayîş kirin.

 

Nivisîn: Necmî Salih

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst