Bi hinceta heqaret li Musa Orhan kiriye derbarê Melek Mosso de doz hat vekirin

30-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, bi hinceta ku heqaret li Musa Orhan ê destdirêjî li ser keça ji Êlihê Îpek Er kiribû, kiriye derbarê hunermend Melek Mosso de doz vekir.

Hunermend Melek Mosso li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê Musa Orhanê destdirêjiya Îpek Er kiribû, gotibû: “Heyf ji vê sîstema ku tecawizkaran (destdirêjker) diparêze.”

Li ser giliyê parêzerên Musa Orhan, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê Melek Mosso de doz vekir.

Di îdianemeya dozgeriyê de bi hinceta heqaret li Musa Orhan kiriye derbarê Mosso de heta 2 sal û 4 meh cezaya girtîgehê hat xwestin.

Çi bûbû?

Îpek Er roja 16ê Tîrmeha 2020ê nameyek li pey xwe bicîh hiştibû û hewl da xwe bikuje. Piştî 34 rojan li nexweşxaneyê ma, canê xwe ji dest dabû. Di wê nameyê de ku medyayê belav kiriye, Îpek Er amaje bi wê yekê dabû ku Musa Orhan bi zorê madeyên hişber û alkol daye wê.

Piştî eşkerebûna bûyerê, 16ê Tîrmeha 2020ê Musa Orhan hat desteserkirin û ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji kar hat dûrxistin, lê ligel raporta Pizîşkiya Dadê ku îspat dike destdirêjiya wê kaçê hatiye kirin, bi merc hat azadkirin. Baroya Sêrtê nerazîbûn pêşan da û Dozgerê Giştî yê Sêrtê careke din biryara girtina Mûsa Orhan derxist.

Dozgerê Giştî yê Sêrtê di nivîsarekê de ku roja Çarşemê 19ê Tebaxa 2020ê derxistibû, amaje bi wê yekê dabû ku 27.07.2020ê biryara girtina Mûsa Orhan derxistiye. Mûsa Orhan roja Çarşemê 19ê Tebaxa 2020ê piştî li dadgehê îfadeya wî hatibû girtin, lê piştî hefteyekê dîsa hatibû berdan.

Dadgehê 3ê Kanûna 2021ê 10 sal cezaya girtîgehê li Musa Orhan birî û biryara qedexeya derketina derve da. Lê ji ber ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve nehatiye erêkirin Musa Orhan nehat girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê pêştir derbarê Ezgi Mola, Farah Zeynep Abdullah û Hazal Kaya jî bi hineta heqareta li Musa Orhan doz vekiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst