Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka Îsmaîl Teha Şahîn a bi navê Balindeyên Kurdistanê hat çapkirin.
Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Spîrêzê li Dihokê hatiye çapkirin.
Di pirtûkê de nivîskar cih daye gelek balindeyên her çar parçeyên Kurdistanê.
Pirtûk li ser nav û cureyên balindeyan agahiyan dide û wêneyên balindeyan jî di pirtûkê de hatine dayîn.
Nivîskar di dawiya berhemê de li ser balindeyan ferhengeke Înglîzî, Erebî û Kurdî jî amade kiriye.
Pirtûk ji 500 rûpelî pêk tê û wekî çapeke taybet û rengîn hatiye amadekirin.
Berpirsê Weşanxaneya Spîrêzê nivîskar û helbestvan Muayed Teyib, li ser bergê dawî yê pirtûkê wiha nivîsandiye:
"Demeke dirêj e, gundên me wêran dibin, bajarên me mezin û mezintir dibin.
Berê jiyana me di nava sirûştê de bû. Niha em li ser sirûştê dijîn û jîngehê têk didin.”
Muayed Teyîb di nivîsa xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku pirtûk hewldanek e ji bo parastin û nasandina navê balindeyên Kurdistanê.
Nivîskarê pirtûkê Îsmaîl Teha Şahîn ji Rûdawê re diyar kir ku wî sala 1985an de biryara derxistina pirtûkeke wisa daye û dest bi xebatê kiriye.
Îsmaîl Teha Şahîn amaje bi wê yekê kir ku ji bo amadekirina ferhengê jî wî ji çanda nêçîrvaniya balindeyan jî îstîfade kiriye.
Îsmaîl Teha Şahî demekê bi nêçîrvanên balindeyan re di nava danûstandinê de bûye
Li gorî gotina Îsmaîl Teha Şahîn, ew dostê balindeyan e û ji zaroktiya xwe ve ji balindeyan hez dike.
Nivîskar Îsmaîl Teha Şahîn da zanîn ku ji bo wêneyên balindeyan bigire û zanyariyan li ser balindeyan peyda bike ew 2 salan li çiyayan li nava sirûştê xebitiye.
61 malbat 16 komele û 334 cureyên balindeyan di pirtûkê de hene.
Nivîskar Îsmaîl Teha da zanîn, îhtimal heye ku gelek cure balindeyên din hebin ku wî ew nedîtibin.
Îsmaîl Teha Şahîn amaje bi wê yekê kur ew niha li ser 2 pirtûkên din dixebite.
Pirtûkek li ser gul, giha û darên Kurdistanê ye û yek jî dê li ser ajal û bûnewerên Kurdistanê ye.
Îsmaîl Teha Şahîn da zanîn ku xêrxwaz û jîngehdostekî Kurdistanê ji aliyê darayî ve alîkariya wî kiriye û pirtûka wî çap kiriye.
Îsmaîl Teha Şahîn
Nivîskar Îsmaîl Teha Şahîn 24ê Hezîrana 1957an li gundê Seyzarê yê Sêmêlê ji dayîk bûye.
Li zanîngeha Silêmaniyê beşa civaknasiyê xwendiye û ji sala 1982an ve dest bi lêkolînan kiriye.
Nivîskar heta niha 14 pirtûk nivîsandine. Piraniya pirtûkên nivîskar li ser edebiyata zarokan in û ji bo zarokan nivîsandine.
Yek ji berhema herî girîng a nivîskar ferhenga wî ya bi navê Amed e ku xebateke meydanî ye û ji 2 cildan pêk tê.
Ferhenga Amedê, ferhengeke bi Kurmanciya Jêrîn û Kurmanciya Jorîn û bi Erebî ye û herî kêm 32 hezar peyv tê de hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse