Şeva sersalê Heval Îbrahîm, Hozan Kawe û Maral li Hewlêrê konsêrtê birêve dibin

28-12-2016
RÛDAW
Nîşan Heval Îbrahîm Hozan Kawe Maral Hewlêr Hotêl Rotana Konsêrt Şeva sersalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bo şeva sersala nû ya zayînî, her sê hunermendên stranbêj, Heval Îbrahîm, Hozan Kawe û Maral dê konsêrtekê saz bikin.

 

Bi nêzîkbûna serê sala nû ya zayînî (sala 2017), merasîmên taybet bi vê şevê jî tên organîzekirin.

 

Biryar e di şeva sersala nû ya 2017ê de, hejmarek ahengên taybet bi pîrozkirina hatina sersala nû ya zayînî li tevahiya Başûrê Kurdistanê birêve biçin.

 

Li gorî agahiyan Rûdawê, yek ji wan ahnegên mezin dê li Hotêl rotana ya bajarê Hewlêrê birêve biçe û dê tê de her yek ji hunermend, Heval Îbrahîm, Hozan Kawe û Maral beşdar bibin û stranan bêjin.

 

Derbarê birêveçûna vê ahengê de, hunermendê stranbêj Heval Îbrahîm di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ahneg dê saet 10ê şeva dawiya sala 2016ê dest pê bike û dê heta dernegiya şevê berdewam be.”

 

Heval Îbrahîm got: “Aheng xêzanî (malbatî) ye û dê tê de çend surprîz jî werin pêşkêşkirin.”

 

Îbrahîm tekez kir, ku ew dixwazin bi rêya vê ahnegê û di serê sala nû ya zayînî de, rûyekê xweş û cuwan ê Kurdistanê nîşanî hemû cîhanê bidin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst