Alî Înanir albûmeke nû belav dike

18-05-2022
RÛDAW
Albûma “Rayîr” ya Alî Înanir ji 11 stranan pêk tê û ji aliyê KOM Muzîkê ve tê belavkirin.
Albûma “Rayîr” ya Alî Înanir ji 11 stranan pêk tê û ji aliyê KOM Muzîkê ve tê belavkirin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê, Alî Înanir ku bi Alî Dersîmî jî tê naskirin, albumeke nû bi navê “Rayîr” di rojên pêş de belav dike.

Albûma “Rayîr” ya Alî Înanir ku ji 11 stranan pêk tê, dê di demek nêzîk de ji aliyê KOM Muzîkê ve were belavkirin.

Albûma ku biryar e li ser hemû platfomên dijîtal ên muzîkê were belavkirin, 8 stran bi Kirmanckî/Zazakî ne, 2 stran bi Kurmancî û yek jî bi Ermenî ye.

Hunermendê Kurd Alî Înanir ji Rûdawê re da zanîn ku ev nêzîkî 2 salan e li ser albûmê dixebitî û got ku dê ji hinek stranên xwe re klîp jî amade bike.

Hunermend Alî Înanir sala 1982 li Dêrsima Bakurê Kurdistan ji dayik bûye, dema 10 salan e karê hunerî dike û di sala 2019 yekem albuma xwe bi navê “Zerrî Dej” belav kir.

Ji bilî albuman, Înanir hejmarek stran bi sîngil û videoklîp jî belav kirine weke “Şev Tarî”, “Derdê Giran” û “Ez û Tu”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst