Li Silêmaniyê Yekem Festîvala Hespên Kurdî bi rê ve çû

15-11-2023
RÛDAW
Hespên resen ên Kurdî bi bihêzbûna xwe bi nav û deng in
Hespên resen ên Kurdî bi bihêzbûna xwe bi nav û deng in
Nîşan Silêmanî Festîvala Nasandina Hespên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê “Yekem Festîvala Nasandina Hespên Kurdî” hat lidarxistin û tê de çend ciwanan bi cilên Kurdî nimayîşeke balkêş a Hespên Kurdî kir.

Bi boneya salvegera 239an a avakirina Silêmaniyê doh li wî bajarê Herêma Kurdistanê çend çalakiyên curbicur hatin lidarxistin.

Di çaroveya pîrozbahiyan de li stadyûma bajêr “Yekem Festîvala Nasandina Hespên Kurdî” jî hat lidarxistin.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî, Wezîrê Aborî û Darayiyê Awat Şêx Cenab, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Aram Mihemed Qadir, Wezîrê Rewşenbiriyê Heme Heme Seîd û Berpirsê Encûmena Parastina Berjewendiyên Bilind a YNKyê Cefer Şêx Mistefa û hevjîna Serokkomarê berê yê Îraqê Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed jî di festîvalê de amade bûn.

 

Siwarên hespan di festîvalê de cil û bergên Kurdî li xwe kirin û hespên xwe jî bi rengên alayê Kurdistanê xemilandin.

Yek ji wan siwaran keçeke 6 salî ya bi navê Zînê bû.

Zînê bi hespê xwe yê bi navê “Bokan” nimayîşeke balkêş kir.

Di dawiya festîvalê de plaketa beşdariyê ji her siwariyên hesp û xwediyên hespan re hate dayîn.

 

Li gorî lêkolînên dîrokî, Hespên Kurdî ji cureyên herî resen, berxwedêr û jêhatî yên hespan in.

Li Herêma Kurdistanê sê cureyên hespên resen ên Kurdî hene ew jî Caf, Efşarî û Sencawî ne.

Li Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê jî Hespên Kurdî tên xwedîkirin.

Hespên resen ên Kurdî bi serê xwe, stûyê xwe, çav, dûv û lingên xwe ji hespên din cuda ne û bi bihêzbûna xwe bi nav û deng in.

Hespên Kurdî di demên berê de ji bo karên zehmet û di şer de hatine bikaranîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst