Hunermendê navdar Nizamettîn Ariç helbesteke Firat Cewerî weke stran amade kiriye

15-06-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Nizamettin Ariç ji helbesteke Firat Cewerî awazek amade kiriye û biryar e wê weke klîp belav bike.

Nizamettin Ariç li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku wî helbesteke Firat Cewerî wek stran amade yî kir û dê klîba wî jî di demek nêzîkî de pêşkêşî guhdarvanên xwe bike.

Ariç diyar dike ku Firat Cewerî helbesta xwe “bi hezkirin, hêvî, evîn û jiyan dagirtî afirandiye”

Hunermendê Kurd Nizamettin Ariç wiha nivîsandiye: “Min evînek heye. Min vê carê besteyek ji bo helbesteke Firat Cewerî amadekir. Ezê klîpa xwe ya vê stranê di demek kurt de pêşkêşî we guhdarvanên hêja bikim. Di vê helbestê de nivîskarê me ji bo zimanê Kurdî û Kurdistanê atmosfereke ku ji klasîzm û realîzmê dûr, lê bi kurtî, nûjen, geş, zelal, bi hezkirin, hêvî, evîn û jiyan dagirtî afirandiye. Tu her hebî birayê min ê delal Firat Cewerî.”

Nizamettin Ariç bi muzîk û fîlmên xwe tê nas kirin. Yek ji afirandinên wî jî ew bû ku stranên gelêrî bi şêweyekî nû amade bike. Wî serkeftin ne tenê  di awayê strandinê de, her wiha wî di warê rejîsoriya fîlman û lîstikvaniyê de jê nîşan daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst