Pêşangeha peykersazê Kurd Salih Nemir li Almanyayê hat vekirin

13-04-2019
RÛDAW
Pêşangeh dê heta 30ê vê meha Nîsanê berdewam bike
Pêşangeh dê heta 30ê vê meha Nîsanê berdewam bike
Nîşan Salih Nemir Peykersaz Almanya Pêşangeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Peykersazê kurd Salih Nemir, li bajarekî Almanyayê berhemên xwe yên nû li pêşangehekê nîşan dan.

 

Ji roja Pêncşemê 11ê Nîsana 2019an ve pêşangeha berhemên peykersaziyê yên peykersazê kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

 

Pêşangeha Salih Nemir bi beşdarbûna Seroka Şaredariya bajarê Schweinfurt  ê Almanyayê, hate vekirin.

 

Di pêşangehê de Salih Nemir  hejmarekê ji berhemên xwe nîşan dide, ku tê de bi nûtirîn berhem, nasnameya xwe weke kurdekî li diyasporayê, nîşan dide.

 

Pêşangeh dê heta 30ê vê meha Nîsanê berdewam bike.

 

Mijarên berhemên Salih Nemir  berfirehin, lê mijarên mirovayî, jin, zaroktî, civak, hêvî, azadî, aştî, tilûr û hesp babetên sereke ne, di dahênana wî de.

 

Salih Nemir Sala 1972an, li gundê Topikê yê ser bi Dêrika Hemko yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê jidayik bû.

 

Bi sedema rewşa Sûriyê, ji Şamê derket û demekê li Başûrê Kurdistanê ma. Niha li Almanyayê dijî û karê xwe yê dahênanê berdewam dike. Li Almanyayê, endamê Sendîkaya Peykersazan e.

 

Li Şama paytexta Sûriyê, sala 1995an, xwendina xwe li Peymangeha Hunerên Ciwan bidawî kir. Piştre di hunera peykertsaziyê de, li heman peymangehê, bû mamoste.

 

Gelek berhemên wî yên navdar hene.

 

Di gelek pêşangehên hevbeş û taybet de, li Sûriye, Tirkiyê, Herêma Kurdistanê û Almanyayê başdarî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst