Hewlêr (Rûdaw) - Dengbêjê herî biçûk ê Kurdistanê Elî Osman dixwaze bibê şûngirê Dengbêj Şakiro.
Devera Serhedê li Bakurê Kurdistanê bi sir û seqem û berfa zêde navdar e, bi xwedîkirina pez û zozanên xwe yên mezin û bi dengbêjên xwe navdar e. Hema bêje li her malekê dengbêjek heye. Ew huner ji nifşekî derbasî yê din dibe û nemir e.
Gelek kes di temenekî biçûk de ji mezinên xwe dibihîsin û dest bi dengbêjiyê dikin. Yek ji wan jî Elî Osman e.
Elî Osman niha tenê 9 salî ye, lê gotinên gelek kilaman ji ber kirine.
Elî Osman ji Rûdawê re diyar kir ku di nav malbata wî de gelek dengbêj hene û ew herî zêde ji xalê Kemalê Agirî fêrî strana bûye û got, armanca wî ew e ku bibe dengbêjekî weke Şakiro.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse