Xelatên 10emîn Festîvala Filman a Navneteweyî ya Dihokê hatin dayîn

17-12-2023
RÛDAW
Nîşan Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 10emîn Festîvala Filman a Navneteweyî ya Dihokê bi dawî bû û xelatên festîvalê hatin belavkirin.

Filma derhêner Kurdo Doskî ya bi navê “Allîhopa” hêjayî xelata “Filma Herî Serkeftî yê Kurdî” hat dîtin.

10emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê, 10ê Kanûna Pêşînê bi beşdariya 116 filmên navxwe û biyanî dest pê kir.

Festîval ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî, Huner, Werziş û Ciwanan a Dihokê û Rêveberiya Sînemaya Dihokê ve, bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat lidarxistin

Di çarçoveya festîvalê de fîlm, belgefîlm, kurtefîlm û panelên têkildarî sînemayê hatin pêşkêşkirin.

Di roja dawî ya festîvalê de, bi beşdariya hûnermend Nizamettîn Ariç xelatên festîvalê hatin belavkirin.

Filma “Allihopa”yê ya derhêner Kurdo Doskî, di warê “filmên dirêj ên Kurdî” de xelat wergirt.

Fîlm behsa serkeftina tîma futbolê ya Dalkurdê dike. Ev tîma futbolê ji aliyê ciwanên Kurd ên ku li bajarekî yê Swêdê dixebitin ve hatiye avakirin.

Belgefîlma Sahîm Omer a bi navê “Bedewiya Nexuya ya Îraqê” jî xelata “Belgefîlma Herî Baş a Kurdî” wergirt.

Li aliyê din, Ehmed Mihemedê lîstikvanê filma heman derhênerî ya “Messiyê ji Bexdayê” jî xelata “Lîstikvanê Mêr ê Kurd ê Herî Serkeftî” wergirt.

Parvîn Receba lîstikvana filma “Bextewariya Demkî” jî hêjayî xelata “Lîstikvana Jin a Herî Serkeftî” hat dîtin.

Filmên din ên ku di festîvalê de xelat wergirtine ev in:

“Xelata Derhêneriya Herî Baş”, derhênerên filma “Elîf Ana” Kazim Oz û Semîr Aslanyurek wergirt.

“Xelata Belgefîlma Navneteweyî ya Herî Baş", belgefilma “The Skiy is Mine” ya derhênerê Rojilatê Kurdistanê Eyûb Naserî wergirt.

“Xelata Kurtefîlma Kurdî ya Herî Baş” ji bo filma Ramazan Kiliç a bi navê “Thingis Unheard Of” hat dayîn.

“Xelata Baştirîn Fîlma Dirêj a Yilmaz Guney” ji bo filma “Between Revolution” ya derhêner Vlad Petrî hat dayîn.

Xelata Rûmetê ya Taybet bi fîlma “Bayan” Amîr Golamî, xelata Febrisca bi filma “In the Blind Sot” jî Ayşe Polat wergirt.

Filma Jino Hadî ya “Uçgen” Xelata Juriyê, filma Maria Binder a “Eren” ku jiyana Eren Keskîn dibêje jî xelata Taybet a Rûmetê wergirt.

10emîn Festîvala Filman a Navneteweyî ya Dihokê bi şiyariya “Zimanê Kurdî” hat lidarxistin û duh di roja 8emîn de bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst