Hewlêr (Rûdaw) -
“Sembol di Helbesta Kurdî ya Hevçax a Kurmanciya Jêrîn de li Kurdistana Iraqê – (1970-1991)” navnîşana nameyeke doktorayê ye ku Pexşan Sabir Hemed bi serperiştiya Prof. Dr. Mihemed Nûrî Arif sala 2002an pêşkêşî koleja edebiyatê ya zanîngeha Selahedînê kir.
Beşê yekem, di birrê yekem de bi giranî li ser: Têgih, çemik, teorî, war û dîroka sembolê û rêbaza sembolîk radiweste û awirê li pêwendiya sembolê bi hunerên rewnabêjiyê re wek metaforê dide. Sembol anku komkirina bêtirî hêmayekê li kêleka peyvên ku helbestvan wan bi kar tîne, lewma sembol du tiştan hildigire:
Beşdarkirina du wateyan an zêdetir di peyvekê de.
Veşartina wateyekê û derketina yeke din, ji bo pêkanîna bandora moralî û derûnî.
Bikaranîna sembolê di zanista Lahûtê de dîrokeke wê ya dirêj heye, lewma reh û koka sembolê ji wêjeyê wêdetir, felsefî û lahûtî bû. Sembol jî çend cureyên wê hebûn wek (olî, zanistî, zimanî, hunerî û hwd.) Herwiha çend xisletên giştî di navbera hemûyan de hene, nola:
Her sembolek li şûna tiştekî din e.
Her sembolek îşareteke wê ya dualî heye.
Her sembolek rêgezên realîst û xeyalî tê de hene.
Her sembolek xwedî hêz an xwedî erkekî dualî ye.
Di zimanê Kurdî de, ji bilî sembolan, hêma û nîşan jî tên bikaranîn. Lê lêkolînvanê bi çend sedeman sembol peiytandiye. Li ba Goethe çirisandina sembolê wê demê rû dide ku zat tev li mijarê dibe yan pêwendiya hunermend bi siruştê ve ku guncaneke kûr di navbera yasayên wijdan û siruştê pêk tînin.
Paşê lêkolînvana me dabaşa pêwendiya sembolê bi nezelalî û mij û moraniyê ve dike. Lewma jî tê gotin ku ti helbestek nîn e ku hinek sembol tê de nebe. Heçî rêbaza sembolîk e jî tevî kevnariya bikaranîna sembolê nû ye, lê perdeyeke tarî dîroka wê nuxumandiye, lê lêkolînvanê awir li wê atmosfera derketina rêbazê daye û manîfestoya helbestvanê Fransî Jean Moréas di 1886an de wek jidayikbûna rêbazê bi nav dike, lê hewldanên Sembolîzmê vedigerîne berî hingê.
Dîsa di vê beşê de behsa hîmên felsefî yên rêbaza Sembolîzmê dike ku lahût û felsefeya îdealîzmê hîmên wê yên bihêz bûn, bi taybetî felsefeya Plato û Kant ku herduyan cîhan li ser hîmê veşartî û eşkere dabeş kirine. Paşê behsa bandora romantîzm û sofîgeriyê li ser vê rêbazê dike, herwiha behsa psîkolojiya sembolê bi taybetî li ba Freud û Yung dike. Di dawiya vê birrê de behsa nêzîkiya îşaret, metafor û alegoriyê bi sembolê re dike ku ev jî wê han dide behsa sembolê di helbesta klasîk û hemdem de bike.
Di birra duyem de, behsa rengvedana sembolê di helbesta Kurdî ya hevçax de dike ku rewşa Kurdan hevkara derketina sembolê bû. Lêkolînvan dibêje sembol tekane diyardeya hunerî bû ku helbestvan bikarin bi rêya wê vê rewşa aloz a Kurdan derbibirin, li tenişta aliyê estetîk ê helbestê ku hewcedarî sembolê ye. Ji salnê heftêyî û vir ve, sembol bêtir hatiye bikaranîn, lê rêbaza sembolîk wek Ewropa peyda nebûye. Paşê behsa derketina grûp û bizavên edebî yên hevçax ên 1970 heta 1991ê dike, wek Riwange û Grûpa Pêşrew…her di vî beşî de li kêleka nirxandina wan nivîsên ku li ser sembolê hatine nivîsandin, rêgezên hunerî yên helbesta hevçax nîşan dide, wek mînak Refîq Sabir dinivîse:
Êstake cestey min dirextêke
Çawanim be ser çilyewe nîştûwe…
Dirext an dar ku sembola bedewî û jiyanê ye, helbestvan beden şibandiye darê û çav jî şibandine çivîkan ku bi saya fermana rabirdûya tam (veniştiye) çuqlî bûye xwestinek ji bo (ser), anku çuqliyê darê li hemberî serê mirov, ev jî guherîna laş girêdayî mirovê tijî tevger bi nelivîna darê digihîne. Her di vî beşî de awirê li zimanê helbesta hevçax û hinek diyardeyên din ên hunerî wek dubarekirin û ladanê dide.
Di beşê duyem de cûreyên sembolê bi mînakên helbestên helbestvanan diyar dike, cûre jî ev in:
Sembola efsaneyî: Hatina sembol û efsaneyê bi hev re, anku wergirtina efsaneyê wek qalibekî sembolîk ku hêza efasaneyê di sembolê de belav dibe. Bikaranîna efsaneyê wek sembolekê ji aliyê helbestvanên hevçax ve bêtirî hokarekê wê heye, ji aliyekî rastiya neteweyî û aliyên civakê derdibirin, hevdem nefsa helbestvan û derûna wî derdibirin. Sîzîf (Sisifos), Gilgamêş, Spartakus…hwd mînakên wan efsaneyan in ku rengvedana wan di helbestên helbestvanan de hebû, lê ya herî diyar Sîzîf (Sisifos) e ku di gelek wêneyên cuda de hatiye bikaranîn. Muhsin Aware dinivîse:
Etirsim ta beyanî serkewîn û şorbînewe
Be areqî Sîzîf binûsrên û
Kerwêşkî serab bixwênînewe.
Yan Şêrko Bêkes dinivîse:
Le keyewe to “Sîzîf”î
Em cîhaneş berdekete?!
Le keyewe to “Zorba”yît û bûmelerzeş
Semakete?!
Sembola olî: Ev sembol yek ji sembolên berfireh ên helbesta hevçax e ku helbestvanên hevçax di bikaranîna wê de bi eqliyeta olî hizir nakin. Sembola olî ku siruştê derbas dike, hevdem ji hundir ve civakî ye jî. Çavkaniyên sembola olî di helbesta hevçax de ji van pêk tên: Olên esmanî û kitêbên wan (Quran, Încîl û Tewrat) hinek sembolên olî ku girêdayî olan û rêberên wan e, wek Zerdeşt û Manî, Buda. Pêxember û vegotina jiyan û mûcîzeyên wan, sirûdên olî, sembolên sofîgerî bi kesayetiyên wek Helac û Mewlana, hevdem cihên pîroz ên wekî mizgeft û ziyaret û dêran, paşê cadû û niviştî û destxwendin..Mesîh (Îsa) di helbesta hevçax de rûbereke gelek berfireh dagîr kiriye, ji ber ku wek rizgarkerê mirovatiyê tê naskirin. Enwer Qadir dinivîse:
Temî çawî honrawekan
Pirşingî sûr etasênê
Xoşewîstî û peyamî spî Îsa ye
Tenanet dilî xaçekan egiriyênê
Yan dinivîse:
Kotire şînkî êsk sûkî janî Mesîh
Be dewrî kenîsey dilma xul exwat û her egmênê
Yan Letîf Helmet tê derkirina Adem ji buhiştê bi meseleya neteweyî ve girê dide:
Ejîm le pertûkêkî bê nawa
Pertûkêkî pir le pirsyar
Ne min lal nîm… Ne min lal nîm
Belam kes guwê nagirê le hawar
Le ser sêwê dîsan etden le dar
Adem ku sembola takekesê Kurd e û sêv jî mafên wî ne nexasim mafê biryardana çarenivîsê ye, lê mîna lalan li derveyî çarçoveyekê ye û daxwaza navekî dike da bibe navnîşana çarçoveya dîrokî, lewma arîşeya sêvê hertim di hilkişîna cezayê de ye, ku li vir bûye lidardan, lê tekeziyê li ser lalnebûn û hawarkirinê dike.
Sembola dîrokî: Hemû helbestvan sûdê ji dîrokê û rêgezên wê wek sembol werdigirin. Ev jî dihêle xwîner di helbestê de aliyekî din ê dîrokê bibîne ku di dîrokê de winda ye. Di nav helbestvanên nû de, jêderên sembolên dîrokî ev in: Dîrok û eslê Kurdan, Medya û mîrnişînî.
Dîroka neteweyên wek Kurdan mîna Filistîn û Vêtnamê. Dîroka nû û karesatên trajîk nola Enfal û Helebce. Hevdem kesayetiyên dîrokî wek Şêx Mehmûd û bûyerên wek Keleha Dimdimê û dawiya dawî jî Beis û rejîma dagîrker. Ev hemû dibin kereseyên helbestê wek sembolên dîrokî.
Melayê Xetê yek ji wan karakterên sembola nepakiyê ye û gelek caran di helbesta nû de hatiye bikaranîn. Wek mînak Şêrko Bêkes dibêje:
Xinkam le dûkelî fetway naw mêzerî
Tûnî baba…pîlanekey
“Melay Xetê” da bû xinkam
Sûtam le gêjawî girrî demî ejdehay hewt serî
“Melay Xetê” da bû sûtam
Şêrko Bêkes agirê peyvên fetwaya mela dişibîne agirê ejdehayê heftserî.
Sembola kelepûrî: Kelepûr çavkaniyeke zengîn a sembolan e. Pêwendiyeke diyalektîkî di navbera kelepûr û mijarên hevdem de heye, çimkî raboriyê bi niha ve girê dide. Helbestvanên nû bêtir Şîrîn û Ferhad û mijarên folklorî, herwiha şêweya hebû nebû ku beşek ji vegotina çîrok û destanan e, bi kar tînin.
Reng wek sembol: Reng sembol in û binavkirina wan hişê wergir araste dike. Rengê spî nîşana aştiyê ye, lê gelek caran helbestvan li gor rewşa derûnî û aliyê hunerî sembola rengan diguherin. Wek mînak Ehmed Rêbwar dinivîse:
Heta weku
Kotirî reş…balî ebirrê
Yasay ewîn
Azad ekrê
Hejmar wek sembol: Hejmar di edebiyatê de wek sembol xwedî rol in. Lê di helbesta nû de ji ber bûyeran hinek hejmar bûne sembolên diyar bo nîşandana hundirê helbestvan û rewşa gelê Kurd. Wek mînak çar sembola çar parçeyên Kurdistanê ye. Pênc hezar sembola şehîdên Helebceyê ye. Letîf Helmet dinivîse:
Zamekanim kird be çwarpayeyekî xembar
Ebû Cehil fermanî da
Deryankirdim le botey şar..
Çarpaye sembola çarparçebûna Kurdistanê û Ebû Cehil jî sembola zordariya desthilatê ye. Cewher Kirmanc jî dinivîse:
Pênc hezar dil
Deh hezar çawî xumarî û reşî bê kil
Le jêr çekmey
Supay irûbeda şêldiran
Li vir diyar e ku mebesta helbestvan Helebce ye. Lewma hejmar bandoreke berfireh li ser helbestvanên nû dikin.
Di dawî de lêkolînvan çend encaman nîşan dide ku ya herî diyar ew e li ba helbestvanên salên heftiyan çend sembolên biyanî bêtir belav bûn û dubare dibûn, paşê helbestvan ber bi sembolên xwecihî ve çûn.
Sembolên olî û efsaneyî du cûreyên sereke yên sembolan e ku hatine bikaranîn. Sedema sereke ya bikaranîna sembolan ne tenê nebûna azadiyê bû, ramyarî bû; mihandina nasnameya Kurdan li Iraqê bû, ji bilî parçe parçebûna Kurdan.
Di salên heştêyan de jî heta serhildanê bikaranîna sembolan bi cûreyên wan ên cuda û li gor asta rewşenbîrî ya helbestvanan hatine bikaranîn. Hevdem pirs û peyivandina rasterast û sersam tê dîtin. Her wekî di salên heştêyan de guhertina yekdengî bi pirdengiyê ku di xizmeta sembolan de bû, tê têbînîkirin.
Di helbesta klasîk de sînor û araste diyarkirî ne, lê di helbesta nû de komkirina bîr û wêne û diyardeyên cuda karekî zehmet e, herwekî çend teknîkên cuda li tenişta sembolê hatine bikaranîn wek xewnan.
Xala dawî ew e ku helbestvanên Kurd ne xwedan felsefeyeke taybet bûn, qasî ku xwedî dozeke diyarkirî ya miletê xwe ne, bi soz û aqil vê dozê berçav dikin. Jiyana helbesta Kurdî jî di nav vê dozê de ku mabûn û mihandina Kurdan e, bi sembolên cuda hatiye nîşandan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse