Hewlêr (Rûdaw) – Sêyemîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Kobanî li bajarê Boxum ê Almanyayê destpê kir.
Îro Festîvala Kobanî ya Navdewletî ya Sînemayê li bajarê Bochum yê Almanya destpê kir û biryar e heta sibê berdewam be.
Berpirsê Ragihandin û Peywendiyan li Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Kobanî Mistefa Zêdan ji Rûdaw re ragihand, Festîval îro û sibe li bajarê Bochum yê Almanya birêve diçe, ev xula sêyem bi navê xula derhênerê Kurd Yelmaz Guney ye.
Rêveberiya Festîvalê îsal 300 filmên çîrok, dokumenterî û animation wergirtine, zêdetirî 15 film ji Rojavayê Kurdistanê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse