Liv û tevgera Delîl Dîlanar bû sedema bertekan

03-09-2023
Rawîn Stêrk
Nîşan Delîl Dîlanar Turgut Ozlemez
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Liv û tevgera hunermendê Kurd Delîl Dîlanar a di dawetekê de bû sedema nerazîbûnan.

Li Wanê, Delîl Dîlanar di dawetekê de ji muzîkjen Turgut Ozlemez saza wî xwest.

Delîl Dîlanar li sazê xist lê dengê ku dixwest ji sazê derneket, piştî demekê hêrs bû û bi heman hêrsê saz dîsa da Turgut Ozlemez.

Lê vegerandina sazê ya Delîl Dîlanar asayî nebû û weke ku bavêje erdê, saz da Turgut Sonmez û pişt re jî tezeneya sazê avêt erdê.

Dîmenên vê liv û tevgera Delîl Delînar li ser medyaya civakî hat belavkirin û bikarhenêrên medyaya civakî jî li hemberî helwesta wî bertek nîşan da.

“Kiryarên wiha divê neyên qebûlkirin”

Turgut Ozlemez ji Rûdawê re diyar kir ku ev heyamek e di nav muzîkjenên Kurd de rewşeke tundiyê her diçe zêde dibe û got: “Divê kiryarên hunermendan ên bi vî rengî teqez neyên qebûlkirin.”

Turgut Ozlemez da zanîn ku pêştir ti nasîbûna wî  û Delîl Dîlanar nebû û berî dawetê jî bi hev re prova nekiriye û got:

“Delîl Dîlanar di dema konserê de saz ji min xwest. Ji bo zêdetir ton ji saza min derkevin perdeyên zêde hene. Ew perde ji bo dengên zêdetir e.

Ew ji bo kesê li sazê bixe avantajek e. Beriya ku strana Derwêşê Evdî bistire, xwest li sazê jî lêxe. Min jî saz da wî.

‘Ev çi saz e!

Dema saz wegirt yekser got, ev çi saz e! Piştî vê yekê jî hinekê li sazê xist lê wî nikaribû rehetiya ku dixwest bibîne. Dûv re xwe bi tîma teknîkî ya dengî re ji hêrs kir.

Paşê dîsa hewl da piçekî li enstrumanê bixe lê jê razî nebû, rabû ser xwe û paşê jî ev dîmen derket holê. Weke ku sazê bavêje da min û tezene jî avêt erdê. Wî bi eşkere bêterbiyetî kir.”

“Bêrêzî kir”

Turgut Ozlemez herwiha ew liv û tevgera Delîl Dîlanar li hemberî muzîkjenên weke bêrêzî pênase kir û wiha pê de çû:

“Beriya dawetê, stranên bêne lêxistin diyar bûn ji ber vê yekê jî ne hewce bû em provayê bikin.

Lîsteya stranên ku bên lêxistin ji min re şand, min jî amadekariya xwe kir. Me berê qet hev nedîtibû. Min cara yekem ew nas kir.

‘Min hewl da ku bi hêrs nebim’

Piştî wê tevgerê, min hewl da ku tehamûl bikim û 45 deqeyan min li sazê xist. Min hewl da ku xwe kontrol bikim. Min hewl da ku bi hêrs nebim, min zehmetî kişand.

Ji ber ku organîzasyonek hebû û xelk hatibûn dawetê min jî sebir kir ku ew organîzasyon bi dawî bibe.

Ew beriya me ji dikê çû xwarê û li wê derê nema. Piştî wê me careke din hev nedît. Kesên di orkestraya wî de, li ser navê wî lêborîn ji min xwest û wan got ku ew dê mijarê ji wî bipirsin. Piştî wê jî kesê bersiv neda.

Min xwest raya giştî ji vê yekê agahdar be ji ber ku ev mijareke girîng e. Min xwest raya giştî bizane daku tundiya bi vî rengî dubare nebe.”

Turgut Ozlemez herî dawî da zanîn ku ev nêzîkî 20 salan e amûrên muzîkê dijenîne û ew di heman demê de li Zanîngeha Yildiz Teknîkî xwendekarê Bernameya Komên Muzîkê ya Beşa Hunerên Performansê ye.

Dîlanar: Tu niyeteke min a xirab li hemberî muzîkjenan nebû

Derbarê mijarê de Delîl Dîlanar diyar kir ku helwesta wî ne li hemberî Turgut Ozlemez û ne jî muzîkjenekî din bû lê pirsgirêkên teknîkî yên di konserê de tesîr li wî kiriye û ew ji ber wê aciz bûye.

Dîlanar diyar kir ku beriya konserê ti pirsgirêk bi kesî re nebû û got:

“Ti eleqeya meselê, bi şexsê wî hevalê navborî re nîne. Piştî em derketin li ser dikê kêmasî û qutbûna sîstema deng bi têra xwe moralê me xira kir.

Wekî ku di dîmenan de tê dîtin, kesek mîkrofonê dibe û kesekî din hewl dide ku wê sererast bike lê pirsgirêk bi dawî nabin.

Bi awayekî xwezayî ez ji ber van kêmasiyan hêrs bûm û ez li bendê mam ku kesek sazê ji destê min bigire.

Min xwest daxuyaniyekê bidim lê eger min bidaya ez jî dê bibûma parçeyek ji vê lîncê.

Li wê derê de şefê orkestrayê jî heye ew jî ji rewşê heyî agadar bû. Diyar e mebesta min qet ew muzîkjen nebûye.

‘Kampanyaya lîncê heye’

Jixwe li ser medyaya civakî li dijî min kampanyaya lîncê ya bê dawî nebe heye.

Meseleyê berevajî dikin, ev cihê xemgîniyê ye. Ne beriya konserê ne jî piştî konserê pêwendiya me bi wî re nebû.

Diviyabû wî bizaniya ku ti niyeteke min a xirab li hemberî wî nîne. Ti eleqeya meselê ne bi lêxistna sazê ne jî bi tiştekî din re nîne.

Mesele tenê ev bû ku di sîstema deng de pirsgirêk hebû û ev jî bû sedema acîzbûnê. Jixwe tîmek bi min re hebû, tenê pêwîstiya me bi sazbendekê hebû.

Mijareke ku mebesta wê cuda bi vî rengî li ser medyaya civakî veguherandin lînçkirinê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst