Delîl Dîlanar ji Rûdawê re behsa 'kampanyaya lîncê' ya li dijî xwe kir

06-09-2023
RÛDAW
Hunermend Delîl Dîlanar
Hunermend Delîl Dîlanar
Nîşan Delîl Dîlanar Lînc
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Delîl Dîlanar ê ku yek ji dengbêjên girîng ên muzîka Kurdî ye, ji ber dîmenên ku di dawetekê de hatibûne girtin careke din lêborîn xwest.

Hunermend Delîl Dîlanar diyar kir ku rexneyên li dijî wî veguherîne kampanyaya lîncê û ew vê yekê qebûl nake.

Delîl Dîlanar li Wanê, di dawetekê de ji muzîkjen Turgut Ozlemez saza wî xwest û li sazê xist lê dengê ku dixwest ji sazê derneket.

Piştî demekê hêrs bûbû û bi heman hêrsê saz dîsa dabû Turgut Ozlemez.

Liv û tevgera Delîl Dîlanar a ku li ser tora civakî hat belavkirin ji aliyê bikarhenêran ve li rastî bertekan hat.

Hunermend Delîl Dîlanar ê ku bû mêvanê bultena danê sibehê ya Rûdaw TVyê bi navê Nûrojê li ser bûyerê axivî.

Delîl Dîlanar diyar kir ku wê şevê bi tîmê re bernameyeke bi qasî demjimêrekê çêkiriye.

Ew beşa ku li ser torên civakî hatiye birîn û parvekirin destpêka bernameyê ye.

“Dîmen ji destpêka derketina min a ser dikê ye”

Hunermend Delîl Dîlanar li ser bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Ew dîmen ji destpêka derketina min a ser dikê ye. Li wir bi ti hevalên min yên muzîkjen re ti pirsgirêk derneketin.

Di temamiya bernameyê de jî ti pirsgirêk derneketin.

Helbet niha wek hunermendekî dema ku ez li wan dîmenan dinêrim, dikarim bibêjim ku hem ji bo min hem jî ji bo temaşevanan ne baş bûye.”

“Ez 30 sal in hunermend im, cara yekem e ku tiştekî wiha diqewime”

Dîlanar anî ziman ku di jiyana xwe ya hunerî ya 30 salî de ew li rastî rewşeke wiha nehatiye û diyar kir ku kesên ku hewl didin vê rewşê ber bi aliyekê din ve bibin û veguherînin lîncê hene û anî ziman:

“Min ti carî bêrêzî li hevalên xwe yên muzîkjen nekiriye. Ez jî muzîkjen im, carinan li konser û çalakiyan li enstrumanê dixim.

Hevalê me yê ku di nava orkestrayê de li tembûrê dixe wê rojê ji ber bernameyeke xwe ya Stenbolê, li Wanê ne amade bû.

Ez û hevalê şûna wî hat me berê hev nas nedikir. Muzîkjenên ku ez bi wan re dixebitim, beriya bernameyê 3-4 demjimêran amadekariyê dikin. Di wê bernameyê de jî wiha bû.

Dema derdikevim ser dikê ez carinan li enstruman, tembûr an jî bilûrê dixim. Dema ez derketim ser dikê deng nebû, min ji hevalê xwe re got li kemanê bixe, got deng nîne.

Di wê navberê de, mîkrofonên hatin guhertin. Ew beş di dîmenan de hatiye girtin.”

“Hinek ber bi aliyên cuda ve dikişînin, ez vê qebûl nakim”

Dîlanar anî ziman ku wî berê Turgut Ozlemez nas nedikir û li hemberî wî ti helwesteke wî ya şexsî nebû û got:

“Ez nabêjim ku ew liv û tevger rast e lê di jiyana min a hunerê de ku cara yekem e tiştekî wiha rû daye.

Ez nêzîkatiya kesên ku bi heqaret û wek malzemeya reklamê vê rewşê şîrove dikin, qebûl nakim.”

Hunermend Delîl Dîlanar herwiha got:

“Ez dîsa dibêjim, ez ji bo bûyerê lêborînê dixwazim. Lê ez careke din tekez dikim, ez kişandina ber bi aliyekî din ve, bikaranîna ji bo mebestên din, heqaretan û derxistina gotinên siyasî rast nabînim.

Bi salan e hin alî bi rêya tora civakî hunermendên ku xizmeta yekitiya neteweyî dikin û ji bo armancên neteweyî dixebitin dikin armanc.”

Delîl Dîlanar di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku divê îro rojeva Kurdan Kerkûk, yekîtiya neteweyî be û anî ziman:

“Ez ne hunermendê yekem im ku dibe armanc û ez dê ne yê dawî bim jî.

Hunermend beriya her tiştî bêrêziyê li xwe nake, ne rast e ku meriv li ser tora civakî bêyî ku zanibe çi ye û li herdu aliyan guhdarî bike şîroveyên xerab bike.”

“Projeyên me yên nû hene”

Dîlanar da zanîn ku ew niha ji bo bernameyeke pêşbirka zarokan dixebite û diyar kir ku berhemên wî yên sînema û muzîkê jî hene.

Hunermend Delîl Dîlanar diyar kir ku ew amadekariya CD û albumeke nû dike û bernameyên wî yên konseran jî dewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst