Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 14an derket pêşberî xwînerên xwe. Kovara ku 4 mehan carekê diweşe di vê hêjmara xwe ya nû de weke dosyeyê cih daye ‘Derûnnasiyê Geşedanê’ û nivîsên curbicur ên ji bilî dosyeyê.
Di vê hejmara 14an de bi giştî ev nîvîs bi naverokên xwe cih digirin:
- Canan Coşkan û Ercan Şen bi lêkolîneke xwe ya bi navê ‘Temsîl, aîdiyet, danûstandin, ‘aştî’ û tevgera civakî ’ ku rapora nirxandina lêkolînê ye; aîdiyet, hêz û têgihîştina hêzê, nêzîkahîtêdanên têkildarî lihevhatinê û nêrînên derbarê tevgera civakî yên beşdaran nîşanî xwendevanan didin.
- Veysi Çeri di warê derûniya zarok û kamilan de pispor e û di qadên cuda de xwedî gelek gotarên akademîk yên navneteweyî ye. Kovarê derbarê derûnnasiya geşedanê pê re hevpeyvînek kiriye. Bi vê heypeyvînê hewl dane ku mijarê bo xwendevanên xwe zelaltir bikin. Hevpeyvîn ji aliyê Aydin Rengîn ve ji tirkî bo kurdî hat wergerandin.
- Akif Akto bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Têgihên bingehîn ên psîkolojiya geşedanê’ hewl dide ku psîkolojiya geşedanê û çend têgihên bingehîn rave bike.
- Azad Dildarbi nivîsa xwe ya bi navê ‘Geşedana nasnameyê û nasnameya etnîk’ li ser têgiha nasnameyê radiweste û qonax bi qonax behsa taybetmendiyên wê dike.
- Leyla Turhan bi ‘Qonaxên geşedana derûncivakî: Teoriya Erik Erikson’ li ser qonaxên geşedanê yên derûncivakî radiweste û ji xwendevanan re behsa hêz û qelsiyên teoriya Erikson dike.
- Bilal Kaya û Selahattin Güneş bi navê ‘Lêkolîna derbarê bandora bengîtiya medya medyaya civakî li erkên nasnameyê yên xwendekarên perwerdehiya navîn’ lêkolîneke qadî kirine û di vê lêkolînê de armanca ew e ku peywendiya bengîtiya medyaya civakî ya xwendekarên perwerdehiya navîn bi erkên nasnameyê re û bandora vê bengîtiyê li erkên nasnameyê bê diyarkirin.
- Nuh Bozkur bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Têkiliya têgiha xweragirî û xwekontrolkirinê di bin banê derûnnasiya geşedanê de’ li ser pênaseya xweragirî, têgihîştina erênî ya xwebûnê, xwekontrolkirin, ceribandina Marshmallowê û lêkolîna Dunedînê radiweste.
- Herwiha Jan İlhan Kızılhan bi nivîsa xwe ya ‘Zarok û qederên terorê’, Erdal Gül bi nivîsa xwe ya ‘Averşiyayîşê domanê mektebê dayikan bi cayê perwerdeyê domanan’, Yusuf Siyahtaş bi nivîsa xwe ya ‘Mirov çima pîr dibe?’, Hataw Ahmad bi nivîsa xwe ya ‘Awayê çareserkirina nexweşiyên derûnî’ ku Firat Kelehkî ji soranî wergerandiye, Asuda Ahmad bi nivîsa xwe ya ‘Psîkolojiya perwerdeyê’ ku M. Şerif Berazî ji soranî wergerandiye,Wehab Şehîn bi nivîsa xwe ya ‘Senifandina astengdarên zihnî’, Ferat Kevir bi nivîsa xwe ya ‘Hêr wêne Çîrokek e’ di kovarê de ne û mêvanê wan ê ‘Pirs û Bersiv‘ê jî Rohat Alakom e.
Xwîner dikarin hejmara dawî û hejmarên din ên Psychology Kurdî ji pirtûkfiroşan û malperên înternetê peyda bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse