Du xwişkên ji Kobaniyê li Hewlêrê konseran saz dikin

02-06-2023
Loloxan
Du xwişkên ji Kobanî li Hewlêrê konseran saz dikin
Du xwişkên ji Kobanî li Hewlêrê konseran saz dikin
Nîşan Kobanî Hewlêr Muzîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê du mûzîkjen û stranbêjên keç ên ji bajarê Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê serpêhatiya bajarê Kobaniyê yên di dema êrîşên DAIŞê û topbarana Tirkiyê de bi stran û mûzîkê vedibêjin. Norşîn û Perwîn xwişkên hev in û dibêjin ew dixwazin dengê fîşekan bi dengê mûzîk û stranan bikujin.

Norşîn û Perwîn Salih, du xwîşk in ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ne, mûzîkjen û stranbêj in. Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê li ser derd û êşên Kobaniyê yên dema êrîşa DAIŞê û piştre bombebaranên Tirkiyê konseran didin.

Muzîkjen û Stranbêj Norşîn Salih anî ziman, “Dema ku em hatin bajarê Hewlêrê pêwîstiya me pê hebû ku em karekî ji xwe re bibînin, ji bo ku em jiyana xwe ya kesane û aboriya xwe birêve bibin her wiha ji bo girtina male jî û em jî nikarin her karî bikin ji ber ku karê me muzîk e.”

Ev her du keçên Kobanî bav û dayika wan bi rêya stran û muzîka Kurdî ew perwerde û mezin kirine, lewra trajedyayên dîrokî yên Kurdî bandoreke zêde li ser hest û derûna wan kiriye, bi taybetî êrîşa DAIŞê li ser Kobanî dimîne troma û xala herî reş di xeyala wan de.

Muzîkjen û Stranbêj Perwîn Salih jî got, “Muzîka Kurdî ya folklorî bi piranî li ser bûyerên rastî hatine gotin. Kurdan koçberî, komkujî dîtine li gundan zarok û dayik û bavên wan hatine qetilkirin lewma her stranek li ser bûyerekê hatine çêkirin.”

Norşîn û Perwîn li bendê ne Kobanî aram bibe, dengê topbaran û bordûmanê nemîne, bi vegera wan tenê dengê mûzîk û stranan bilind bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst