Belgefilma Rûdawê li Hindistanê xelat wergirt: Hingivê Hişbir

02-04-2024
Ji belgefilma Hingivê Hişbir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ji belgefilma Hingivê Hişbir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hingivê Hişbir Tora Medyayî ya Rûdawê Xelat Hindistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Belgefilma Hingivê Hişbir a Tora Medyayî ya Rûdawê, li Festîvala Navneteweyî ya Athvikvaruniyê ya Filman a li Hindistanê xelata baştirîn belgefilma kurt wergirt.

Hingivê Hişbir ji bo xelata duyem jî namzed e.

Belgefilma Hingivê Hişbir a ku Roj Elî Zale amade kiriye û derhêneriya wê kiriye di Festîvala Navneteweyî ya Filman a Sînemaya Cîhanê de jî wekî baştirîn belgefilma kurt tê nîşandan û ji bo xelata duyem jî namzed e.

“Rûdaw çîrokên cuda yên cîhanê vediguhêzê”

Produser û pêşkêşkarê Hingivê Hişbir, Roj Elî Zale wiha behsa karê xwe kir:

“Bînerên Hindistanê, bi rêya Rûdawê li çîroka jiyana gundekî Nepalê temaşe dikin ku welatekî li tenişta wan e û debara jiyana xwe bi şêwazên herî metirsîdar dikin.

Ev yek jî nîşan dide ku Tora Medyayî ya Rûdawê ne tenê nûçe û çîrokên Rojhilata Navîn ji bo bînerên xwe li yên cîhanê vediguhêze, di heman demê de dibe cihek ku bînerên ji çandên cuda reng û dengên xwe tê de bibînin.

Herwiha dibe platformek ku ew bîner li ser çanda herêma xwe nerîneke Kurdî bibînin.”

Belgefilma Hingivê Hişbir çîroka hinek şêniyên gundiyên Napelî vedibêje ku li bilindahiyeke Çiyayên Hîmalayayê bi werîs û darên xeyzeran bi ser çiyayan dikevin da ku hingivê bejî derxin û bînin xwarê.

Hingivê Hişbir bi rêya berhevkirina şilava kulîlkên Rododêndronê çêdibe ku li bilindahiyên Çiyayên Hîmalayayê şîn dibin.

Mêşên hingiv ên Hîmalayayê di nava mêşên hingiv ên herî mezin ên cîhanê de ne.

Ev mêş şilava gulan du demsalên salê berhev dikin.

Bi sedema hebûna birekê ji madeya Grayanotoksinê dema mirov vî hingivî dixwe, serxweş dibe.

Belgefîlma Hingivê Hişbir çîroka wan kesan vedibêje ku diçin çiyayan û hingiv berhev dikin.

Dîsa dibe neynikek ji bo awayê bikaranîna wî hingivî.

“Nîşandera karîn û profesyoneliya hemû karmendên Rûdawê ye”

Rêveberê Beşa Berhemanînê ya Tora Medyayî ya Rûdawê Rêbaz Elî, derbarê birina vê xelatê got:

“Belgefilma Hingivê Hişbir, ji tîma berhemanînê ya li Nepalê bigire heta digihêje edîtor, grafîk, dîzayner û hemû wan kesên ku li ser vê felgefilmê xebitîne nîşandera karîn û profesyoneliya hemû karmendên Rûdawê ye.

Ev belgefilm pabendbûna Rûdawê ya bi vegotina çîrokên bibandor re diyar dike, herwiha bandora Rûdawê ya li cih û herêmên cuda nîşan dide.”

Festîvala Navneteweyî ya Athvikvaruniyê ya Filman filmên bi kalîteya zêde xelat dike û ji bo bipêşxistina wan dixebite.

Ev festîval dahênerên xwedî karîn ên li seranserê cîhanê li xwe digire û dikeke bêhempa ji bo sînemakaran dabîn dike.

Festîvala Navneteweyî ya Filman a Sînemaya Cîhanê, festîvaleke demsalî ye û bi rêya nîşandan û xelatkirina filman alîkariyê dide sînemakarên serbixwe.

Ev festîvala ku bi navê CWIFFê naskirî ye, xelkê teşwîq dike bi rêya filman tevî hemû hûrgiliyan behsa çîrokên xwe bikin.

CWIFF bi taybetî jî girîngiyê dide herêmên kêmtirnaskirî yên wekî Sirbistan û Nepalê.

Diruşma îsal a vê festîvalê “Bihêzkirina Kesên Xwedî Nerîn” e û festîval bi vê rêyê sînemakaran vedixwîne da ku beşdar bibin nêrînên xwe bêhmepa û bandora xwe ya berbiçav bi cîhanê re parve bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst