Yekemîn Festîvala Online ya Fîlmên Kurdî ya Zagrosê dest pê kir

02-03-2024
Serif Ozberk
Serif Ozberk @siyarberazi
Nîşan Festîvala Fîlmên Kurdî ya Zagrosê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekemîn Festîvala Online ya Fîlmên Kurdî ya Zagrosê 1ê Adarê dest pê kir û dê heta dawiya vê mehê berdewam bike.

Di festîvalê de 15 fîlmên Kurdî cih digirin. Ev fîlm li gelek herêmên Kurdistanê bi zaravayên cuda yên Kurdî hatine girtin.

Festîval, bi vî awayî dixwaze bibe platforma nîşandana yekemîn (Grass) û duyemîn (Zerê) fîlmên li ser Kurdan jî.

Organîzatorên festîvalê dixwazin rêwitiya sînemaya Kurdî ji rabirdûya wê heta niha bîne ber çavan û balê bikişîne ser mîrasa dewlemend û nêrînên paşerojê yên di vî warî de.

“Divê Kurd cîhana dijîtal baş bi kar bînin”

Berpirsê Yekemîn Festîvala Online ya Fîlmên Kurdî ya Zagrosê Simon Suleymanî derbarê armanca festîvalê de ji Rûdawê re got:

“Dinya dijîtalîze bûye û êdî her tişt li qada înternetê diqewime. Divê Kurd vê avantajê baş bi kar bînin.

Çimkî dagirker nahêlin xebatên Kurdewar pêşkevin. Te dît, qeyûman dest da ser hemû çalakiyên kulturî û pûç kirin.

Li perçeyên din dîsa wisa. Yan jî festîvalên xwecih nagihîjin her kesî. Mîsal tenê xelkê Dihokê dikare biçe festîvala Dihokê lê karûbarên online ji bo herkesî ye.”

Armancên festîvalê

Simon Suleymanî diyar kir ku sê armancên sereke yên vê festîvalê hene û wiha pê de çû:

“Yek, fîlmên Kurdî bi binenivîsa Îngilîzî bi Kurdan û bi cîhanê bidin temaşekirin. Çimkî heta niha jî haya Kurdan bixwe ji fîlmên xwe nîne.

Ya duyem, ji çar perçeyên Kurdistanê fîlm bên berhevkirin û sînorên di navbera gelê Kurd de bi awayekî serhêlî be jî bidin rakirin.

Saya vê festîvalê, ji Qersê heta Kirmaşanê, ji Dêrsimê heta Xorasanê, ji Stenbolê heta Parîsê her kes dicive û bi heman derfetan fîlman dibîne.

Armanca sêyem parastina festîvalê ye. Xebatên çandî tim di bin êrişa dagirkeran de ye lê kes nikare dest bide ser înternetê.

Niha hedefa me ew e ku her fîlm bi hezaran bê temaşekirin û her sal jî mezintir bibe.”

Simon Suleymanî da zanîn ku îsal Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) biryar li ser 20 fîlman da û 15 ji wan wergirtin û ev zanyarî dan:

“Pêşbirk nîne, xelat jî nîne lewre jurî jî nîne. Salên bê em dê van beşan jî bixin nav festîvalê.

Li gorî dîrok û naveroka wan, KOSÎ fîlman hildibijêre û derdixe pêş bîneran. Tevî ku her derhênerî fîlmên xwe diyarî festîvalê kiribin jî em dixwazin sponsoran peyda bikin û her sal telîfê bidin sînemageran.

Tevî van tiştan, em dê her sal, merasîma vekirin û girtinê li Parîsê li saloneke mezin çêkin û sînemagerên Fransî jî dawet bikin da ku têkilîya wan û yên Kurd ava bibe.”

Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) 14ê Tîrmeha 2023yan li Parîsa paytexta Fransayê bi beşdariya 3 damezrîner û 7 beşdaran hatibû damezrandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst