Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê Ebdilrezaqê Eliyê Îsayê Osê yan Rezoyê Osê di warê nivîsandin, helbest, wergervanî, rexnegirî, folklor û zimanê kurdî de xwedî kedeke berçav bû.
Rezoyê Osê hêviya xwe bi zarokan ve girê dida, lewra guh dida wêjeya zarok û biçûkên kurdan û hewl dida zimanê kurdî li ber dilê wan şêrîn bike. Ji bo vê yekê jî, Rezo gelek çîrokên gelêrî yên zarokan lêkolîn û çap kirin.
Rezo xwedî dilekî nazik û hestên bi coş û kelecan bû, lewma di warê helbestê de xwedî berhem bû û dîwaneke helbestan bi navê “Kevoka min” li pey xwe hişt.
Navborî kurteçîrok jî dinivîsandin ku li jêr navê “Civîna Pêlavan” belav bûn. Herwiha di warê rexnegiriyê de jî kar dikir, bi taybetî lêkolîna wî Uzunname.
Di qada rewşenbîriya Kurdî ya Binxetê de, Rezo giringiyeke mezin dida mijara zimanê kurdî jî. Wî ji destpêkê ve, li hundir û derveyî welêt, kursên fêrkirina zimanê kurdî ji keç û xortên Kurd re vedikirin, herwiha digot divê berî her tiştî em li zimanê xwe vegerin û hinekî li ser rawestin.
Gelek nivîskar û helbestvanên Kurd ên Binxetê, Rezoyê Osê di nivîs û helbestên xwe de bi bîr anîne.
Helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bi navê “Destên Rezoyê Osê” wiha li ser wî dibêje:
Ez li wir bûm
Li Dekşûriyê
Şevistan radestî şopa
Rêberan û radestî silavên me dibû
Li Amedê
Birc û keleh di giriyê me de dixeniqîn
Li Hewlêrê
Destên me di taya xatirxwestinê de pûç dibûn
Û li Qamişlokê
Bi hezaran qublename
Di çavên me de diteqiyan...
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse