Heşt hunermendên Kurd wek rêzgirtin stranekê ji bo Seîd Gabarî dibêjin

31-05-2020
RÛDAW
Hunermendê Kurd ê wefatkirî, Seîd Gabarî
Hunermendê Kurd ê wefatkirî, Seîd Gabarî
Nîşan Kurdistan Kurd Seîd Gabarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heşt hunermendên Kurd ên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo rêzgirtin û weke dilsoziyekê, bi hev re stranekê ji bo hunermendê wefatkirî Seîd Gabarî dibêjin.

Çar ji wan hunermendan ji navçeya Zaxoyê, du ji wan ji bajarê Duhokê û du kes jî ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Ew hunermend li ber Pira Delal li bajarê Zaxoyê li hev civiyane û amadekariya stranekê dikin, daku weke dilsoziyekê ji bo rehmetî Seîd Gabarî pêşkêş bikin.

Navê stranê, Oxira te ya Xêrê be ye, gotinên stranê Fewzî Doskî nivîsandine û awaza wê jî Welîd Yusif daniye

Seîd Gabarî, ku bi strana Bilbilê Dilşad a Seydayê Tîrêj zêdetir hate naskirin, sala 1956an ji dayîk bûbû û roja 5ê Gulana îsal li Hewlêrê koça dawiyê kiribû.

Serpereştê Berhemê, Nizar Koçer derbarê amadekirina wê stranê de ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku Seîd Gabarî xizmeteke mezin a hunera Kurdî kir û stêrkek hunera Kurdî bû, wan xwast ku bi stranekê rêz li wî û keda wî bigirin.

Nizar Koçer got, wan projeyên din jî hene ku di demên pêş de dê pêk bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst