Pirtûka “Deriyê Dil-Guldesteyek ji Şiîra Almanî” belav bû

29-08-2020
Murat Ozdemîr
Nîşan Deriyê Dil Guldesteyek ji Şiîra Almanî Kurdî Kurmanc Abdullah Încekan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka bi navê “Deriyê Dil-Guldesteyek ji Şiîra Almanî” ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hat çapkirin û belavkirin.

“Deriyê Dil - Guldesteyek ji Şiîra Almanî” ji aliyê nivîskar û lêkolîner Dr. Abdullah Încekan ve hatiye nivîsandin.

Di vê berhema xwe de Abdullah Încekan 47 helbestên helbestvanên mezin ên Alman ên wek Johann Wolfgang von Goethe, Ulla Hahn, Heinrich Heine, Friedrich Nietzsche, Rainer Maria Rilke, Ingeborg Bachmann, Erich Fried, Albrecht Goes wergerandina ser zimanê Kurdî.

Nivîskar û Kurdolog Dr. Abdullah Încekan derbarê pirtûka “Deriyê Dil” de ji Rûdawê re ragihand ku ji bo ronesansa ziman û çanda Kurdî, wergerên ji zimanên mezin yên cîhanê karekî mûhîm û bingehîn e û dibêje, “Em di dinyayekê da dijîn; cîhana me yek e. Îcar ji bo em bikaribin di her hêla jîyanê de bi miletên din ra bidin û bistînin, divê em wergerê bikin. Wergerên metnên edebî, hizrî, felsefî û her cûreyî din.”

Încekan balê dikişîne ser girîngiya wergerê û diyar dike, “Di dîroka îslamê de wergerên ji Yewnana kevn roleke gelek mûhîm lîstine û pêşîya ronesansa Ewrûpayê vekirine. Cîhana Rojava û Ewrûpî jî herwiha bi wergerê ji xwe re rêyên din dîtine. Û hîn jî werger roleke sereke dilîze” û nimûneyekê dide, “Li Almanyayê di 2019an de ji 80 000 pirtukî nêzîkî 10.000 kitêb ji zimanên din yên cihê-cihê hatine wergerandin û çapkirin.”

Herwiha Abdullah Încekan şêwazarên Kurdî di warê wergerê de berawir dike û dibêje, “Wergerên li Soranî pirr in, lê Kurmancî û Zazakî mixabin di vir de qels mane. Ji bo ku hem ziman pêşde biçe, hem jî hizreke neteweyî ava be, divê em wergeran bikin” û tekez dike, “`Deriyê Dil – Guldesteyek ji Şiîra Almanî` jî ji vê fikrê derket holê. Ez dixwazim Kurd metnên qerase yên edebîyata Almanî bi zimanê xwe bixwînin û ji afirandina xwe re bikin bingeh.”

“Deriyê Dil - Guldesteyek ji Şiîra Almanî” ji 80 rûpelan pêk tê û li Almanyayê jî ji aliyê Weşanxaneya Reichert ve bi zimanên Kurdî û Almanî hatiye belavkirin û ew çap jî ji 120 rûpelan pêk tê.

Dr. Abdullah Încekan xelkê Erziroma Bakurê Kurdistanê ye û ji destpêka dibistana navîn ve li Almanyayê dijî. Încekan li Zanîngeha Diusburg-Essenê beşên Germanîstîk, Turkolojî û Pedagojiya Înterkulturel/Almanî wek zimanê duduyan xwendine.

Herwiha Abdullah Încekan doktoraya xwe jî li Zanîngeha Bambergê di beşa General Linguistic de li ser hin xalên gramera Kurdî pêk aniye û heta niha 10 berhemên wî bi zimanên Kurdî û Almanî belav bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst