Muzîsyenê Kurd Yûnis Das: Bo min muzîk henaseyek e

29-05-2022
Omer Sonmez
Muzîsyen Kurd Yûnis Das
Muzîsyen Kurd Yûnis Das
Nîşan Yûnis Das Muzîsyen Kurd Henase
A+ A-

Îzmîr (Rûdaw) - Muzîsyenê Kurd Yûnis Das ku li bajarê Îzmîrê dijî, albûma xwe ya a bi navê “Henase” belav kir. Yûnis Dasê ku ji Cizîra Botan e di sala 2008an de solîstîya koma “Teq û Req”ê kiribû ku ew kom zêdetir bi şêweya rockê stranan çêdikir. Yûnis Das di albûma xwe ys nû ya Henase de, cih daye 10 stranan ku hemû aîdên wî ne. Her wiha stranbêjê Kurd bi salên dirêj e li ser çand û zimanê Kurdî xebatan pêk tîne û ji zimanê Tirkî bo Kurdî wergerê jî dike. Yûnis Das ji bo Rûdawê çend stranên xwe gotin û da zanîn ku ew ê piştî demekê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest bi konsertên xwe yên danasînê bike.

Xwediyê vî dengê ciwan niha bi gîtara xwe, bi kelecanî û bextewarî li kolanên bajarê Îzmîrê digere.

Muzîsyenê Kurd Yûnis Das ku piştî 10 salan bi albûma xwe ya solo ya bi navê “Henase” derket pêşberî guhdar û hezkiriyên xwe… Yûnis Dasê ku ji Cizîra Botan e di sala 2008an de bi solîstî û strançêkeriya koma “Teq û Req”ê dest bi jiyana xwe ya profesyonel a muzîkê dike û di sala 2012an de jî bi hevalên xwe yên komê re albûma “Keftûlef” derdixe.

Ew niha 3 sal in ku li Îzmîrê, li liseyeke mamostetiyê dike, lê tim bîr û baweriya wî li ser çêkirina muzîka Kurdî ye.

Muzîsyenê Kurd Yûnis Das dibêje “Ez Yûnis Das ji Cizîrê me. Di salên zanîngehê de min dest bi muzîka profesyonel kir. Helbet beriya wê jî di salên liseyê de ez bi muzîkê re mijûl bûm. Ez wê demê bi hin enstrumanên wek tembûr û perkusyonê re eleqedar dibûm. Di sala 2008an de koma me ya “Teq û Req” hebû. Xebateke atolyeyî bû. Me zêdetir li ser hilberîna muzîkê serê xwe diêşand. Jê şûndetir em daxilê piyasayê nebûn.”

Di albûma Henase de 10 stran cih digrin

Hunermend Yunis Das di albûma xwe ya Henase ku di 28ê Adara 2022yan de hatiye belavkirin de, cih daye 10 stranan; ku muzîk, gotin û aranje ji aliyê wî bixwe ve hatine çêkirin. Yûnis Das albûma xwe ya nû bi derfetên xwe di nav sal û nîvekê de temam kiriye û di albumê de gelek amûr û enstrumanên weke elektro gitar, akustik gitar, bass gitar, baterî, saksafon, klarnet û klavye bikar anîne.

Yûnis Das got “Ez bi xwe bi piyasayê derbasî nav muzîkê nebûme. Ji loma jî muzîk ji bo min tim wek henaseyekê ye, ku di nav keftûlefta jiyanê de pê bêhna xwe vedin û pê hestên xwe mayînde bikin. Huner bixwe di vê wateyê de ye. Straneke min jî bi navê Henase heye. Çerxa gerdûnê îfade dike ku em bê westan berdewam dikin heta cihekê. Lewra ger û geşta dinayayê wek henaseyekê ye. Ji loma jî wate ev e ku meriv li pey xwe henaseyekê xweş bihêle. Ji ber vê navê albüme Henase bû. Rengîniya stranan jî heye, lewra ez hez ji rîtm û stîlan dikim.”

Yûnis Das sounda albuma xwe bêhtir bi formên rojavayî yên wek rocka nerm û rocka folk e, lê hunermend motîf û rîtmên muzîka kurdî jî têkelî van stîlan kiriye.

Yûnis Das diyar kir “Niha em ê li bajarên cuda konserên danasînê bikin. Ji bo amadekariyên wê em dixebitin niha. Piştî wê jî ji bo ku stranên me bigiîje guhdaran em ê bisekinin, daxwaza konseran hebe em ê pêk bînin.”

Mamostetî û wergerê jî dike

Yek ji taybetmendiyên stranbêj Yûnis Das ev e ku ew bi salên dirêj e li ser çand û zimanê Kurdî xebatan pêk tîne. Ew bi Tirkî û Kurdî wergerê dike û di asta akademik de jî lêkolînerî û berhevkarîya dengbêjî û folklora Kurdî dike. Her wiha Yunis Das li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê di beşa Kurdolojiyê de bi navê li ser Mihemed Arif Cizîrî  teza xwe ya masterê amade kiriye.

Yûnis Das ragihand “Ji vir û şûnde wê lêgerîna min a muzîkê berdewam bike. Ez di meseleya stîlan de zede teng nîn im. Zêdetir ez ê li pey kodên nûjen û soundên nûjên bim. Helbet ez ê ji bingeha xwe ya folklorik sûdê werbigrim. Qada afirandina muzîkê kelecanê dide min. Çêkirin û mayîndekirina hestan bo min qonaxa herî girîng e. Helbet wê bigihije guhdaran jî.”

Hunermendê ciwan Yûnis Dasê 38 salî ku bi albûma xwe ya Henaseyê awaz û henaseyeke nû li muzîka Kurdî zêde dike, tim dixwaze li muzika xwe tiştên nû lê zêde bike û bi tarz û şêweyên cuda cuda stranan bibêje.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst