Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasname da Ciwan Haco

24-10-2023
RÛDAW
Nîşan Ciwan Haco Spasname Hikûmeta Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdsitanê, ji ber kar û xebatên wî yên hunerî spasname û plaket diyarî Ciwan Haco kir.

Plaket û spasname ji aliye Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Swêdê Şoreş Kadîr Rahem ve hat dayîn. 

Ciwan Haco dîmenên girtina plaket û spasnameya xwe li ser hesabê xwe yê Xê parve kir.

Di spasnameyê de ev axaftin cih digirt:

“Spasname ji bo hunermend Ciwan Haco,

Li ser navê herêma Kurdsitanê, dixwazim ji bo xizmeta te ya bi dehsalan a hunera Kurdî, hurmet û hezkirina xwe ya germ pêşk bikim.

Hunera te, destpêka pêşxistina stîleke taybet a serbixwe ye. Herwiha pirên sexlem di nav Kurdên li diyaspora û Kurdistanê de afirandiye.

Şiyan û qabiliyeta te ya bêhempa ya hunerî sînor bezandine. Stranên te xwe gihandiyne kûrahiya dilê nifşên cuda.

Bi milyonan mirov, bi stran û muzîka te re sebir û hedana xwe anîne, hêz jê wergiritine. Hestên aidiyet û hevrebûnê peyda kirin e.

Bila ev mirasa te ya birûmet her û her geş be û bibe îlham ji nifşên nû re.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst