Şemzînan: Karsazê Kurd Sabrî Ozel Şeva Dengbêjan li dar xist

24-10-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Sabrî Ozel Şeva Dengbêjan Şemzînan
A+ A-

Şemzînan (Rûdaw) - Li Navçeya Şemzînanê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê demek ku karên çand û Hunerî zêde bûne. Piştî ku karsazê Kurd Sabrî Ozel li navçeya Şemzînanê komeleyeke çand û hunerê ava kir, li şemzîna karên curbicur yên hunerî tên kirin. Herî dawî ji aliyê Komeleya Sabrî Baran Ozel li navenda perwerde ya Gel ya Şemzînanê bi beşdariya dengbêjan Şeva Dengbêjan hate lidarxistin.

Şemzîna li kêleka hemû dewlemendiyên xwe yên xwazayî heman demê kaniya çand û hunerê ye, li vê navçeyê li her gund û taxekî dengbêjek heye ku ev çande bi saya wan li ser pîya dimîne. Ev dere navenda perwerde ya gel ya Şemzîna ye karsaz û xwarxwazê kurd Sabrî Ozel piştî 37 salan ji Stenbolê vegeryaye Şemzîna û yekem karê wî jî durustrkirna dîwaneke dengbêja ye.

Karsazê Kurd Sabrî Ozel dibêje “Rast e ku nêzîkî 20 roj in ez hatime bajarê xwe Şemzînanê. Ji bo min îşev şeveke gellek giring e. Em bi dengbêjên xwe re hatin ba hev. Dengbêjî ji bo gellek giring e. Ev 37 sal in ez ji navçeya xwe dûr im, lê min Kurdiya xwe ji bîr nekiriye ev jî bi saya dengbêjên me û Kurdiya me ye.”

Li vê diwanê di gel dengbêjên Şemzîna xelkê deverê û berpirsên navçeyê runiştine, li aliyekî bi stranên diwankî li aliyekî bi reqsa û gowenda Sofî Emerê bi navûbang Şemzînaneyî şeveke xweş derbas dikin.

Lêkolîner Miradxan Şemzînî got “Yek ji stûnên kurdiyê jî dengbêjî ye, her weke ku me diwanên Ehmedê Xanê û Melayê Bateyî Melayê Cizîrî hene, heman demê me dengbêj jî hene û dengbêja jî zimanê me parastî ye.”

Destpêka îsal li Şemzîna Komeleya Sabrî Baran Ozel hate vekirin, piştî vekirina vê komeleyê li navçeyê gellek karên çand û hunerî têne kirin û xelk jî bi vê xizmetê keyfxweş in.

Hemwelatî Mihemed Gerdî diyar kir “Em spasiya birayê Sebrî ( Sebrî Ozel) dikin ku wî Şemzîna avadan kiriye, xelkê Şemzîna nû bûye û xelk hatiye ser nîzameke cuwan.”

Dengbêj Bedirxan Herkî ragihand “Ya rastî em îro gellek keyfxweş in. Sabrî Ozel li Şemzîna komeleyek ava kiriye, gellek beşên cuda yên alikariyê hene û alikariya xelkî dike, îro jî roja me ya dengbêjan bû, em dixwazin ku Rûdaw dengê me bihegîne hemû dinyayê.”

Di şeva dengbêjan de heman demê serokê şaredariya Şemzîna Tahîr Saklî û risîpî û kesayetên navçeyê jî amade bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst