Metîn-Kemal Kahraman ji bo Demîrtaş û Yuksekdagê stran

24-05-2024
Rawîn Stêrk
Nîşan Metîn-Kemal Kahraman Konser Selahattîn Demîrtaş Fîgen Yuksekdag
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Metîn û Kemal Kahraman 30 saliya xwe ya hunerê li Stenbolê bi konsereke taybet pîroz kir.

Metîn û Kemal strana xwe ya bi navê ‘Dewrano’ ji bo Selahattîn Demîrtaş û ya bi navê ‘Denîz Koydum Adini’ jî ji bo Fîgen Yuksekdagê stra.

Metîn û Kemal li seranserê cîhanê bi nav û deng in û wan di karê huner û muzîkê de 30 sal li dû xwe hiştin.

Birayên Dêrsimî di çarçoveya ‘Konserên 30 Saliyê’ de li Navenda Çandê ya Bostanciyê bi beşdariya nêzîkî hezar kesî konserek da ku rastî eleqeyeke germ û xweş hat.

Metîn-Kemal Kahraman piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj tevî hemû zextên siyasî, qedexe, sirgûn û nexweşiyan jî karê muzîkê didomînin.

Gelek otorîteyên muzîkê wan wekî nûnerên muzîka Kirmanckî yên herî sereke bi nav dikin.

Li hêla din, Grûpa Mirazê jî beşarî konserê bû û mêhvan ji stranên Kurmancî û Kirmanckî têr bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst