Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Eşo ku ji bo pêşvebirina edebiyata Kurdî xebateke mezin kir, gelek berhemên giranbiha li pey xwe hiştin.
Nivîskar û dîrokzanê Kurdê Êzdî Wezîrê Eşo ala 1934an li Tiblîsî ya paytexta Gurcistanê ji dayik bû.
Apê Wezîr kedeke mezin da ji bo pêşvebirina çand û edebiyata Kurdî li Ermenistan û Yekîtiya Sovyetê ya Berê.
Wî gelek berhemên hêja li pey xwe hîştin, ku ev hinek ji wan e: Mizgînî - Dengbêj kal bibû - Pamp-Sîpan - Dosya Barzanî Sandoqa Stalîn ya Polayî de - Pariyê berdemayî - Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo - Simoyê Şemo: Jiyan û kar û gelek berhemên din.
Herwiha piştî wefata wî jî hin berhemên wî hatin çapkirin wek: Pirtûkên Kurdî li Ser Kurdan - Li Ermenistanê û 5 pirtûkên wî ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve li Ameda Bakurê Kurdistanê derketin: Sîber – Qirme- Tosinê Ûşan –Îtbarî û Hosta Hovannes.
Eşo di warê wergervaniyê de jî xizmeta pêşxistina wêjeya Kurdî kir û gelek berhemên nivîskarên Rûs û Ermenî bi wergerên xwe kirin mal û milkê xwînerên Kurd wek: Têmûr û koma wî - Xebera Dosta – Lêkolîna Xaçatûr Abovyan a Kurd û Êzdî û hin wergerên din.
Apê Wezîr xizmeta şanogeriya Kurdî jî kir. Di vî warî de jî em dikarin navê van berhemên wî bînin ser zimaên : Tîgran û Mehmûd - Koçeke derewîn û hin şanoyên din.
Apê Wezîr di roja 23ê Çileya Paşîn a sala 2015an de, di 81 saliya xwe de li Brûksela paytexta Belcîkayê wefat kir û li warê xerîbî û xurbetê bi axa sar hat spartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse