7emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê bi eleqeyeke mezin berdewam dike

22-10-2023
Sinan Tunçdemir
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan 7emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê
A+ A-

New York (Rûdaw) - 7emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê bi bernameyeke 7 rojî û eleqeyeke mezin berdewam dike.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê di 20ê Çiriya Pêşînê de dest pê kir û dê heta 26ê Çiriya Pêşinê bidome.

Di festîvalê de bi tevî nîşandana fîlmên dirêj, kurtefîlm, belgefîlman, muzîk û xwarinên Kurdan jî ji bo beşdaran tên pêşkêşkirin.

Di festîvalê de 17 fîlm ku piraniya wan jî fîlmên derhênerên Kurd in tên nîşandan.

Rêvebira festivalê amaje bi vê yekê dike ku ew ne tenê sînemaya kurdan parve dikin her wiha çanda Kurdan jî li vir pêşkêş dikin.

“Festîvala me her sal mezintir û baştir dibe”

Birêvebira Festîvalê Xeyal Qertelê got, “Festîvala me her sal mezintir û baştir dibe ji ber ku di nav dilê me de him yekîtî û him jî nîşandana xweşikiya sînemaya Kurdan heye.

Em bi muzîk û berxwedana xwe li hember peymana Lozanê têkoşîn dikin.

Berxwedana me di nav muzîk, huner û sinemaya me de cih digire.

Em li vir van bi milete xwe yên Kurd re ji her dera Kurdistanê her wiha hevalê xwe yên Amerîkî re jî parve dikin.

Ji bilî beşdaran herwiha fîlmçêker, lîstîkvan, derhênerên fîlman jî îsal li bajarê New Yorkê beşdarê festîvalê dibin û fîlmên xwe bi beşdaran re parve dikin

Fîmçêker û lîstîvan dibêjin sînemaya Kurdan her ku diçe pêşve diçe.

“Sinemaya Kurdan hedî hedî xwe pêş dixe”

Derhenêr Şerîf Çîçek anî ziman, “Sinemaya Kurdan hedî hedî nû xwe pêş ve dixe.

Em dikarin bêjin ku dîroka sînemaya Kurdan ne pir kevn e. Ango sinema bi Kurdî nû tê çêkirin ji salên 90î ve dest pê kir.

Pêşiya wan salan jî film dihatin çêkirin lê mirov nikare bêje tam sînemaya Kurdî bû. Ji ber vî ye ku kêmasîyên me gelekin.”

“Em hewl didin xebatên Kurdan nîşanî cîhanê bidin”

Lîstikvan Hayman Homer “Ez li vir beşdarî Festîvala Fîlmên Kurdî ya navdewletî dibim.

Ji bo min tiştekî pir girîng e bi taybetî jî wekî ciwanekî Kurd beşdar dibim.

Em hewl didin ku wêne, çîrok, mêjû û xebatên Kurdan hemû bi hev re nîşanî cîhanê bidin.”

7emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê bi awayekî kelecanî bi nîşandana fîlm û belgefîlman re berdewam dike.

Herwiha di festîvalê de govend tê gerandin û xwarin û vexwarinên Kurdan jî bi beşdaran re tên parvekirin.

Di heman demê de ne tenê Kurdên Amerîkayê, herwiha gelek Amerikî jî beşdarî festîvalê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst