Bulent Keser: Min xwest rastiya miletekî mexdûr bînim ziman

19-07-2021
RÛDAW
Aktor Bulent Keser
Aktor Bulent Keser
Nîşan Bê Niştiman Bulent Keser Kurd Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Aktor Bulent Keser dibêje, ji ber ku êş û kulên xelkê vê herêmê di senaryoya `Bê Niştiman` de hebûn û ew jî ji vê herêmê hez dike, gelek kêfxweş bûye ku di projeyê de cih bigire û tekez dike, “fîlm tiştek çêkiriye lê di nav de çîrokên rastî hene.”

Bulent Keser ku yek ji aktorên fîlma `Bê Niştiman` e bû mêvanê bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê û behsa prose û çîroka wê fîlmê kir.

Keser li ser navê fîlmê jî, amaje bi rewşa Kurdan kir û got, “Dema ev daxwaz bo min hat ku di projeyê de cih bigirim, kelecanê ez girtim. Bê welatîbûn, bêniştimanîbûn, miletekî ku ne bûye xwedî welatê xwe û koçber bûye, pirsgirêkên ku ew mirov dijîn û şerê li vê cografyayê ku bi sedan sal e temam nebûye û xelkekî mexdûr, wek hunermendekî min xwest van bînim ziman.”

Li ser çîroka `Bê Niştiman` jî ku Rûdaw sponsoriya medyayî dike, Keser amaje bi wê kir ku fîlm tiştek çêkiriye lê “di nav de çîrokên rastî jî hene, derhênerê me tiştên ku bihîstin û rastiyên ku hene, wek senaryo amade kir û kesên ku tê de lîstin jî ev tişt jiyane.”

Aktorê Tirk Bulent Keser ku zêdetir di rêzefîlman de cih girtiye, dibêje, ji ber ku êş û kulên xelkê vê herêmê di senaryoyê de hebûn û ew jî ji vê herêmê hez dike, ew gelek kêfxweş bûye ku di projeyê de cih bigire.

Fîlma `Bê Niştiman` behsa çîroka koçkirina ciwanên Kurd dike û Bulet Keser dibêje, “Me bi rêya fîlm rastiyek veguhest. Me xwest em karekî baş derxînin holê û ez hêvîdar im me xwe gihandibe hest û hêviyên her kesî.”

Fîlma “Bê Niştiman” ku çîrokek rasteqîne ya jiyaneke li Kurdistanê vedibêje, dê di roja yekem a Cejna Qurbanê de li sînemayên Herêma Kurdistanê were nimayîşkirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora medyayî ya fîlma `Bê Niştiman` e ku derhêneriya wê jî Touraj Eslanî dike.

Di fîlmê de kesên navdêr ên wek hunermenda Kurd Hanî Mojtahedy,  Cahit Şahin Yalçin, Şivan Etuf, Bulent Keser, Rîkeş Şabaz, Beroj Akreyî, Bengîn Elî, Narîn Mihemedî, Firmesk Rehîmzade, Havkar Ebdulkadir Mihamed, Teha Ebdulkerim, Rewal Nezif Elî, Aso Refîk Hawraman jî tê de rol wergirtine.

Fîlm bi berhemhênana MAAD Movie û Helkewt Reşîd ve bûye û rewşa Kurdistanê û herêmê di dema şerê DAIŞê de vedibêje.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst