Baroya Rihayê bi Kurdî, Tirkî û Erebî konseran saz dike

18-12-2019
RÛDAW
15 parêzêrên Baroya Rihayê grûpeke muzikê ava kirine
15 parêzêrên Baroya Rihayê grûpeke muzikê ava kirine
Nîşan Baroya Rihayê Koroya Parêzeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, 15 parêzêrên Baroya Rihayê grûpeke muzikê bi navê “Koroya Parêzeran” ava kirin û di demên dervey kar de, bi Kurdî, Tirkî û Erebî stranan dibêjin û konseran saz dikin.

Bi serpereştiya Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û bi rêveberiya parêzer Celal Abbas Urer ev heyama nêzîkî salekê ye “Koroya Parêzeran” hate damezrandin.

Di koroyê de Dengtaf Ozbadem li sazê dixe, Muhammet Keser li kalnettê, Mustafa Vefa li deholê, Umit Bayram li piyano û Omer Çetinbaş li bilûrê dixe. Herwiha ligel Hakan Dogancuoglu û Zerrîn Dogan 7 parêzerîn din jî stranan dibêjin.

Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel diyar kir ku bi saya koroyê hinek parêzeran baştir hevdu naskirine û ew derfeta her parêzerekê heye ku bixwaze beşdarî koroya wan bibe.

Abdullah Oncel got: “Bêguman muzik jî gelek girîng e. Armanca me ew e ku em hinek xwe ji stresa danişînên dadgehê dûr bixin. Hevpîşeyên me ji bo vê yekê dilxweş bûne. Me heta niha 4 konser saz kirine. Hêvî dikim ev koro berdewam be.”

Vokolîst Zerrîn Dogan jî dibêje: “Karê me gelek dijwar e, em ji bo stresa li ser xwe bavêjin têne ba hev. Em bi saya koroyê hinek behna xwe der didin. Piranî muwekîlê me, kesên ku xwedî pirsgirêk in. Tê ji me re behsa pirsgirêkên xwe dikin. Em her tim hewl didin ji pirsgirêkên wan re çareseriyekê bibînin. Piştî demekê bandoreke nerênî li me dibe. Pêwîstiya me jî bi arambûnê çêdibe û muzik jî ji bo arambûna me derfet e. Dema em stranên dibêjin biçek zêdetir hest bi azadiyê dikin.”

Parêzer Dengtaf Ozbadem bibîr xist ku ji bajarê Rihayê gelek hunermend û stranbêjên navdar derketine û wiha pê de çû: “Em bi boneyên cuda têne ba hev û bi Kurdî, Tirkî û Erebî konseran saz dikin. Em hewl didin bi tevahiya zimanên li erdnigariya me têne bikaranîn muzikê çêkin. Em dixwazin di vî warî de xwe pêşbixin.”

Dengtaf Ozbadem herwiha da zanîn ku hema hema her coreyên muzikê dibêjin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst