Dengbêj Cemalê Mihê wefat kir

18-01-2021
Dengbêj Cemalê Mihê bi Coroanyê canê xwe ji dest da
Dengbêj Cemalê Mihê bi Coroanyê canê xwe ji dest da
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dengbêjê navdêr ê herêma Botanê Cemalê Mihê ku berî niha çareseriya pençeşêrê ji re dihat kirin, bi virûsa Coronayê canê xwe ji dest da.

Dengbêj Cemalê Mihê  ku berî 12 rojan bi nexweşiya Coronayê ketibû, îro Duşemê seat derdora 19.00ê li Amedê li nnexwşxaneya taybet bo pandemiyê di beşa çadêriya hûr de dihat dermankirin werfat kir.

Termê Cemalê Mihê ji Amedê bo Şirenêxê hat şandin û biryara li goristana Şirnexê bo axê wer spartin.

Cemalê Mihê berî 6 mehan bavê bi nexeşiya pençeşêrê ya kezebê ketibû, lê piştî dermankirin, rewşa wî baş bibû.

Cemalê Mihê di sala 1957an de li Gundê Kavilê Kalo yê li bajarokê Dêrgulê ser bi Şirnexê ve jidayîk bûye û ji zarokatiya xwe ve dest bi dengbêjiyê kiribû.

Weke tê zanîn bi sedan staranên herêma Botanê striye û beşdarî gelek konseran bûye û herwiha hejmarek klîb jî belav kiribûn.

Bi gotina Cemalê Mihê wî gelek guhdariya Mihemed Arif Cizîrî, Hesen Cizîrî, Îsa Berwarî û Seîd Axayê Cizîrê kiriye û bandora wan li ser dengbêjiya wî hebûye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst