Pesnê keçeke Kurd da, mecbûr ma ji Supaya Pasdaran lêborînê bixwaze

14-02-2024
RÛDAW
Nîşan Babek Mihemedî Stranbêj Kurd Supaya Pasdaran a Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêjê Kurd Babek Mihemedî piştî belavbûna straneke xwe ya li ser torên civakî ku tê de navê Supaya Pasdaran a Îranê derbas dibe li bajarê Sineyê hate desteserkirin.

Babek Mihemedî hat neçarkirin ku bi vîdeoyekê ji Supaya Pasdaran lêborînê bixwaze.

Çend roj berê hunermendê Kurd Babek Mihemedî yê ji bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê li ser torên civakî stranek belav kir û tê de navê Supaya Pasdaran derbas dibe.

Pesnê keçeke Kurd da

Di beşeke stranê de Babek Mihemedî “pesnê keçeke Kurd dide û Supaya Pasdaran bi qurbana wê dike.”

Babek Mihemedî di strana xwe de navê Supaya Pasdaran derbas kiriye û bi hinceta ku heqaret li Supaya Pasdaran kiriye, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Sineyê ve hat desteserkirin.

Piştî desteserkirinê Mihemedî hat neçarkirin ku bi vîdeoyê ji Supaya Pasdaran lêborînê bixwaze.

Ajansa nûçeyan a Tasnimê ya girêdayî Supaya Pasdaran ragihand, “Çend roj berê vîdeoklîpeke stranbêjê Kurd Babek Mihemedî yê Sineyî li ser torên civakî belav bûye ku tê de bi şêweyekî neaqilane hinek gotinên heqaretê hatine bikaranîn û bûye sedema bertekên mezin.”

Medyaya girêdayî Supaya Pasdaran herwiha got, “Stranbêj niha poşman bûye û lêborîna xwe xwestiye û vîdyoyek belav kiriye ku tê de Babek Mihemedî bi Kurdî diaxive û lêborîna xwe xwestiye ku di strana xwe de behsa Supaya Pasdaran kiriye.”

Vîdeoya lêborînê

Di vîdyoyê de Babek Mihemedî got, “Berî çend rojan klîpeke bi vê naverokê li ser Instagramê hatibû weşandin ku min heqaret li Supaya Pasdaran kiriye. Min di merasîmekê de stranek got.

Me xeletî kir, ez lêborînê dixwazim, niyeta min a xirab li hemberî ti organ û rêxistinekê tinebû, nemaze li hemberî Supaya Pasdaran.

Ez dê careke din vê dubare nekim, hêvî dikim ku hûn min efû bikin. Em îro ji bo ewlehiya welatê xwe deyndarê Supaya Pasdaran in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst