Jan Dost êdî li Weşanên Dozê ye

09-05-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Jan Dost Weşanên Dozê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskarê navdar ê wêjeya Kurdî Jan Dost bi hemû berhemên xwe derbasî Weşanên Dozê bû.

Mêvanê vê hefteyê yê Podcasta “Bidema Amedê” ya ku ji aliyê Nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak ve tê amadekirin Koroglu Karaslan bû.

Xwediyê Weşanên Dozê Koroglu Karaaslan ev agahî di podcastê de eşkere kir.

“Jan Dost êdî bi hemû berhemên xwe li Dozê ye”

Karaaslan, diyar kir ku Jan Dost bi hemû berhemên xwe derbasî Weşanên Dozê bûye û wiha axivî:

"Kek Maşallah, ez vê agahiyê cara yekemîn bi te re parve dikim.

Jan Dost êdî bi hemû berhemên xwe li Dozê ye."

Jan Dost ji Rojavayê Kurdistanê ye û berhemên wî li bazara Bakurê Kurdistanê her tim di nava “Top 10”ê de cih digrin.

Ew di qada wêjeyê de yek ji nivîskarên Kurd ên herî navdar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst