Jan Dost li Festîvala Wêjeyê ya Îmaratê 2 semîneran pêşkêş dike

07-02-2020
RÛDAW
Romanivîsê Kurd Jan Dost
Romanivîsê Kurd Jan Dost
Nîşan Jan Dost Îmarat Festîvala Wêjeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Romanivîsê Kurd Jan Dost li 12mîn Festîvala Wêjeyê ya li Îmaratê beşdar dibe, û 2 semîneran pêşkêş dike.

Romanivîsê Kurd Jan Dost, îro û sibê, 2 semîneran li 12mîn Festîvala Wêjeyê ya li Îmaratê  pêşkêş dike.

Jan Dost ji Rûdawê re got ku semînera wî ya îro li ser hevpejirandin û pêkvejiyanê ye, û li gel nivîskara ereb ya ji Siûdiyê Umeyma El-Xemîs pêşkêş dike û ya din jî, sibe li ser wergerê pêşkêş dike.

Festîvala Wêjeyê salane li welatê Îmaratên Erebî li dar dikeve û îsal di navbera 4 heta 9ê Sibatê birêve diçe. Hejmareke nivîskar û rewşenbîrên ji regezên cuda ji gelek welatên cîhanê tê de beşdar dibin.

Li aliyekî din, her 3ê romanên Jan Dost ên bi navên, ‘Efrîn Korîdora Aram’, ‘Otobusa Kesk ji Helebê Derdikeve’ û ‘Destnivîsa Petersburgê’, bo zarava Soranî hatine wergerandin û li Herêma Kurdistanê ji çapê derdikevin û belav dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst