Hewlêr (Rûdaw) - Chalak Events a Wanê bi Minasebeta 15 Gulanê, (Roja Cejna Zimanê Kurdî), Rêzebernameyek Amade Kiriye.
Chalak Events a Wanê bi minasebata 15ê Gulanê, Roja Cejna Zimanê Kurdî, rêzebernameyek amade kiriye û wê li Wanê 3ê bernameyan li dar xin. Du bernameyên wan wê bi du nivîskaran re wekî 'Sihbetên Çayê' bi rê ve herin ya din jî 'Qirdik' (Stand Up) e.
Ya ewil: Wê 12ê Gulanê, roja Pêncşemê bi nivîskar Remezan Kaya re sihbetek were li dar xistin. Remezan Kaya dê di vê sihbetê de li ser 'Edebîyateke dekokolonîyal û estetîk pêkan e' yê biaxive û nivîskar Mihemed Şarman jî wê civatê bigerîne. Ronî Şarman jî dê wê şevê bo mêvanan pîyanoyê de.
Ya duduya: Wê 13ê Gulanê, roja înê bi nivîskar/wergêr Samî Hêzil re were li dar xistin. Samî Hêzil wê li ser 'Mîtolojiyê û Wêjeya Kurdî' raweste û dê li ser rengvedana hêmayên mîtolojîk ya di nav deqên edebî yên kurdî de biaxive û Heval Batu jî dê moderatoriya vê bernameyê bike.
Ya sisêyan: Wê 14ê Gulanê, roja Şemiyê bi şanoger Mehmet Erbey re li sahneya Tiyatro Mencelê, performansa Stand Upê pêk were.
Chalak Events Wan, salekî piştî ya Stenbolê sala 2018an ji aliyê 7 xwendekaran ve li bakurê kurdistanê, li bajarê Wanê hate ava kirin. Li Wanê xebatên xwerû kurdî yên çandî, hunerî, kulturî û hwd.nan ve radibin û hewl didin rê li ber zimanê kurdî vekin û bikin ku kurdî bibe zimanê normal yê nav bajêr.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse