Hunermendê Kurd ê ji Xorasanê Xan Mihemed Adînepûr koça dawî kir

05-07-2023
Ceifer Mubeşirniya
Hunermendê Kurd ê ji Xorasanê Xan Mihemed Adînepûr koça dawî kir
Hunermendê Kurd ê ji Xorasanê Xan Mihemed Adînepûr koça dawî kir
Nîşan Xan Mihemed Adînepûr Kurdên Xorasanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Stêrkeke din ji esmanê hunera Kurdî weriya. Hunermendê Kurdên Xorasanê yê navdar Xan Mihemed Adînepûr di 72 saliya xwe de li bajarê Şêrwanê koça dawî kir.

Hunermend Xan Mihemed Adînepûr piştî 60 salan ji çalakiya huneriyê di 72 saliya xwe de li Şêrwan a Xorasanê koça dawî kir.

Xan Mihemed di 12 saliya xwe de dest bi lêdana keman, dutar û quşmeyê kir. Ji ber şiyana hunerî û pisporiya xwe ya bêhempa di lêxistina van amûran de, madalyaya hunerî ya pileya yekem ku bi qasî doktoraya hunerê girîng e hate xelatkirin. Di dawiya jiyana xwe de bi wê yekê xemgîn dibû ku ji bo parastin û pêşxistina quşmeyê têra xwe girîngî nayê dayîn.

Xan Mihemed Adînepûr yek ji hunermendên herî şareza û bi bandor ên Kurdên Xorasanê bû.

Nav û dengê Xan Mihemed zêdetir ji ber amûra quşme belav bû. Quşme amûreke muzîkê ya taybet bi navçeya Xorasanê ye ku ji du hestiyên 20 santîmetrî yên baskên teyrê baz tê çêkrin.

Hunermendên weke Xan Mihemed Adînepûr bi sedema grîngînedanê, hevastê hunera xwe li dervey civaka ku tê de dijiyan nehatine naskirin, lê nemana wan valahyeke mezin di hunera Kurdî de çêdike, ku tijîkirina wê valahyê ne hêsane.

Xan Mihemed Adînepûr di sala 1951an de bajarê Şêrwanê ya Xorasanê ji dayîk bûye. Xan Mihemed roja Duşemê di 3yê Tebaxa 2023an di 72 saliya xwe de koça dawî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst