Projeyeke Keywan Kerîmî di bazara Festîvala Cannes beşdar bû

02-07-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nutirîn pirojeya sînemayî ya derhênerê Kurd, Keywan Kerîmî, di bazara online ya gera 73 ya Festîvala Fîlmên Cannes beşdar bû.

Pirojeya fîlma nû ya Kerîmî bi navê "Hûn Tiştekî Derbarê Hîwa Dizanin?" e û di vê bazara onlîne de beşdar bû ku bi navê "Marche du film de Cannes" hat sazkirin.

Projeyê duyem fîlma sînemayî ya Keywan Kerîmî li gel 9 pirojeyên din ên sînemayî di vê çalakiyê de beşdar bû ji bo ku sponser jê re werin peydakirin.

Keywan Kerîmî sala 1985 li Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayk bûye û xwedî hejmarek kurtefîlm û belgefîlm û fîlmekê sînemayiye bi navê "Drun".

Fîlma “Sînorê Şikestî”, ku behsa rewşa kolberên kurd li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dike, fîlma “Jin û Mêr” ji nivîsîna nivîskarê Îtalyayî Îtalo Kalvino û fîlma belgeyî ya “Dîwar” ku behsa dîroka dîwarnivîsiyê li Tehranê dike, ji navdartirîn karên Keywan Kerîmî ne.

Kerîmî heya niha bi dehan xelatên navdewletî wergirtine.

Ji ber karên wî yên hunerî, sala 2015 liqa 28 a Dadgeha Şoreşa Îslamî li Tehran a paytexta Îranê biryar da bû, ku ew derhênerê Kurd bo dema şeş salan were zîndanîkirin û 223 qamçî li wî bên lêdan, lê ew siza ji bo yek sal hat kêmkirin û ji lêdana qamçiyan jî hat efûkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst