Li Rojavayê Kurdistanê dahat ji xerciyê kêmtir e

30-10-2016
Xalid Cemîl Mihemed
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Meaş Dahat Dolar
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê gazina xelkê ji buhabûna nirxê kelûpelan heye. Ev buhabûn bi awayekî bêserûber e.

 

Berdewam welatiyên Rojavayê Kurdistanê dahat û mûçeyên xwe didine ber pêdiviyên debara jiyana xwe, êdî dibînin ku cudabûneke mezin di navbera mûçe û xerciya wan de heye.

 

Ev rewşa zehmet hemû çîn û qadên çivaka Rojavayê Kurdistanê li xwe digire. Lê fermanber û karmendên dezgehên hikûmetê nifşê herî ziyandîtî ne di vê rewşê de.

 

Fermanberên dezgehên hikûmî neçar in li kêleka karê xwe 2-3 karên din jî bikin, ji bo bi awayekî baş debara jiyana xwe bikin.

 

Sedema vê yekê jî ew e ku dahat û mûçeyên wan têra peydakirina pêdiviyên jiyana wan nakin, bi taybetî daketina bihayê lîreya Sûrî li beramber dolarê Amerîkî, ji ber hebûna krîza darayî ku nearamiyek li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dirust kiriye.

 

Welatiyek dibêje; “Hemû fermanber neçar in ku ji bo heqê nanê malbata xwe peyda bike, kareke din jî bike. Meaş niha têra ti tiştekî nakin. Eger yek bêje ez bi meaşê xwe debara jiyana xwe dikim, ez jê bawer nakim.”

 

Piştî krîza Sûriyê, bi taybetî di van 2 salên dawiyê de, bihayê kelûpelan gelekî bilind bûye, lê mûçe weke xwe mane û nema têra xerciya heftiyekê dikin.

 

Welatiyeke din jî dibêje: “Berî tişt hinek erzan bûn, wê demê hema hema diqediya. Lê di vê rewşê de em 3 meaşan jî bistînin têra me nake. Di vê rewşê de fermanber zirarê dikin. Meaş li ser hesabê lîreya Sûrî ye û tişt bi hesabê dolarê buha dibin.”

 

Bi sedema cudabûna berçav, di navbera mûçe û bihayê kelûpelan de, tevger li bazarên Rojavayê Kurdistanê kêm bûye. Wiha jî welatî jiyana xwe bi zehmetî derbas dikin û nizanin asoya vê rewşê li kûderê ye, ne jî dizanin dawiya trajedyaya jiyana wan wê çawa be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst