Banka Navendî ya Tirkiyê pêşbîniya xwe ya rêjeya enflasyonê bilind kir

28-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyê pêşbîniya xwe ya dawiya sala 2022ê ya rêjeya enflasyonê ji %42.8 bo %60.4 billind kir.

Serokê Banka Navendî ya Komara Tirkiyê Şahap Kavcioglu 3emîn raporta enflasyonê ya îsal eşkere kir.

Li gor raportê Banka Navendî pêşbînî kiriye ku di dawiya sala 2023an de enflasyon ji %19.2 be.

Şahap Kavcioglu ragihand ku berê wan bi dawiya vê salê pêşbînî kiribû ku enflasyon ji %42.8 be û bo dawiya sala din jî ji %12.9 be. Herwiha bo dawiya sala 2024an jî rêjeya enflasyon wek ji %8.3 hatiye pêşbînîkirin.

Li gor amarên fermî li Tirkiyê di 6 mehên destpêka îsal de enflasyon gihiştiye %80yî lê li gor amarên Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî %175 derbas kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst