Qumaşê jinên Şirnexê berhem tînin bo Herêma Kurdistanê hinarde dikin

28-05-2022
RÛDAW
Li Şirnexê 15 jin ligel 36 xwendekaran di kargeha cilûbergên Kurdî de kar dikin
Li Şirnexê 15 jin ligel 36 xwendekaran di kargeha cilûbergên Kurdî de kar dikin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê 15 jin ligel 36 xwendekaran di kargeha cilûbergên Kurdî de kar dikin û qumaşê kuew  berhem tînin bo Herêma Kurdistanê hinarde dikin.

Qumaşê şal û şapikên Kurdî yên eslî, êdî pir kêm tê berhem anîn. Kesên ku ew qumaş dirêstin, nema ne û çend kesên ku mane jî ji ber buhabûna zêde dest ji wî karî berdane.

Niha kargeheke berhemanîna wî qumaşê "Şal û Şapikan" li dibistaneke navendî ya parêzgeha Şirnexê hatiye vekirin. 15 jin ligel 36 xwendekarên dibistanê bi hevbeşî di wê kargehê de kar dikin. Qumaşe ku ew  berhem tînin tê Herêma  Kurdistanê û Iraq û çend welatên cîhanê.

Ew kargeh bi awayekî navendî mehane 30 taxim qumaş hinarde dike. Beriya 3 mehan bi buhayê 50 hezar dolarî qumaş şandine Herêma Kurdistanê

Kargeheke berhemanîna qumaşê cilûbergên kurdî “Şal û Şapikan”e li dibistaneke navendî ya parêzgeha Şirnexê li Bakurê Kurdistanê. 15 jin ligel 36 xwendekarên dibistanê bi hevbeşî di vê kargehê de kar dikin. Qumaşe ku ew  berhemtînin jî di serî de Herêma Kurdistanê û Iraq bo çendîn welatên cîhanê hinarde dikin.

Mamosteyê Dibistanê Mustafa Aslankiliç dibêje: “Tevahiya qumaşê ku em berhem tînin diçe derveyî welat. Em ligel qumaşfiroşên Îran û Almanyayê jî di peywendiyê de ne. Em plan dikin ku van qumaşan di bazarên cîhanê de bidin naskirin.”

Ew kargeh li qadeke 500 metre çarqoşe hatiye vekirin. Benê di berhemanîna qumaşê vê kargehê de tê bikaranîn jî bi heman awayî li Şirnexê tê berhemanîn û boyaxkirin. Tevî zehmetiyên kar jinên navçeyê kêfxweş in ku ev kargeh ji  bo wan bûye deriyekî dahatê..

Karmend Remziye Akpolat jî dibêje: “Karê me karekî zehmet e. Bi rastî jî gelek xebat jê re divê. Em di proseyên zehmet de derbas bûn û em bi zehmetî fêr bûn. Lê niha em di asteke baş de ne. Em niha berhemên xwe hinardeyî derveyî welat dikin.”

Ew kargeh bi aweyek navendî mehane 30 taxim qumaş hinarde dike. Yekem hinardeya wê  berî 3 mehan bo Herêma Kurdistanê bi bihayê 50 hezar dolar bûye. Berpirsên kargehê pêşbînî dikin ku heta dawiya îsal hinardeya xwe bo 100 hezar dolar zêde bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst