Li Tirkiyê dîsan benzîn giran bû

28-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê careke din nirxê benzînê giran bû û ji îro pêde dê bi nirxê nû were firotin.

Her diçe lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî û dolar nirxê xwe ji dest dide û ev jî bandorê li bazara wî welatî dike û nirxê tiştan giran dibin.

Ji îro 28ê Adarê û pê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li her lîtreyeke benzînê 80 kuruş zêde dibe. Li gor nirxê nû li Stenbolê dê lîtreya benzînê bi 21,36 lîre, li Enqere û Îzmîrê jî dê bi 21,73 lîreyan, li Bursa bi 21,70 lîre û li Antalya jî dê lîtreya benzînê bi 22,27 lîreyan be.

Heftiya borî nirxê motorînê jî giran bibû û li her lîtreyekê 80 quruş zêde bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst