Bi beşdariya Cevdet Yilmaz Hevdîtina Cîhana Kar a Dêrsimê hat lidarxistin

27-05-2024
Ali Haydar Gozlu
Bi beşdariya Cevdet Yilmaz Hevdîtina Cîhana Kar a Dêrsimê hat lidarxistin / Wêne: Rûdaw
Bi beşdariya Cevdet Yilmaz Hevdîtina Cîhana Kar a Dêrsimê hat lidarxistin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Hevdîtina Cîhana Kar a Dêrsimê Cevdet Yilmaz
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li bajarê Dêrsîmê yê Bakurê Kurdistanê bi beşdariya Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz û hinek karsazan “Hevdîtina Cîhana Kar a Dêrsimê” hat lidarxistin.

Di civînê de pêşxistina sektora çandinî, ajeldarî, geştyarî û rawestandina koça bo derve hat gotûbêjkirin.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz got:

“Ciwanên me rûbirûyê pirsgirêka bêkariyê bûne. Nifûs neçar ma ku koç bike û kêm bû.

Lê niha rewşeke cuda heye. Dema em hatin parêzgarê me hinek cih nîşan dan.

Di demên pêş me de li van deran potansiyeleke mezin a ji bo geştyarî û geştyariya xwezayê bê nirxandin heye.”

Karsazên Dêrsimî jî dibêjin, dibe ku Dêrsim ji bo pêşxistina pîşesaziyê ne cihekî guncaw be lê potansiyeleke mezin a geştyarî û çandiniyê heye û divê bê bikaranîn.

Karsaz Alî Buyukdag got:

“Em dê girîngiyê bidin ajeldariyê, çandiniya organîk û geştyariyê. Ne pêkan e ku li vê derê pîşesazî bê kirin.

Li gorî lêkolînan milyonek û 50 hezar Dêrsimî li derveyî Dêrsimê û cîhanê dijîn.

Ji bo hatina wan a vê derê divê derfet bên dabînkirin. Em dê avahiyên baş ava bikin da ku werin li vê derê bimînin û pêwendiya wan bi vê derê re qut nebe.”

Ji aliyê din ve bi hatina biharê re çûn û hatina geştyaran li Dêrsimê zêde bûye.

Dêrsim ji bilî Gelî û Çemê Mûnzûrê û xwezaya xwe ya bedew, bi jiyana ajeldarên kovî jî bala geştyaran dikşîne.

Salan e bi deh hezaran geştyar ji bo dîtina xwezaya wê serdana Dêrsimê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst