Nirxê Dolarê Amerîkî 1540 Dînarê Iraqî derbas kir

25-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bihayê Dînarê Iraqî li hember Dolarê Amerîkî zêdetir daket. Îro nirxê her dolarê Amerîkî li hember yek dînarê Iraqî gihişt 1540 dînaran.

Endamê Encumena Veguhastina Diravan li Hewlêrê, Hacî Sabir Bawacî ji Rûdawê re ragihand, îro nirxê Dolarê Amerîkî li beramber Dînarê Iraqê careke din bilind bû û her dolarek bihayê wê gihîşt 1540 dînaran.

Hacî Sabir Bawacî diyar kir, niha li bazara diravan a Hewlêrê 100 dolarên Amerîkî li dike 154,000 dînarên Iraqê.

Bawacî herwiha diyar kir ku îro nirxê pereyê Îranê jî li beramber dolar daket û got, 1 Dolarê Amerîkî gihîşt 41,000 tûmenî û bi vî awayî 100 Dolarê Amerîkî dike 4.1 milyon tûmenê Îranê.

Derbarê sedemên daketina Dînar li hember dolar, Hacî Sabir got ku yek ji sedemên sereke yên daketina nirxê dînar, cejna sersalê û girtina bankan e û bi taybet Banka Navendî ya Iraqê ye.

Banka Navendî ya Iraqê rojane rêjeyeke diyar Dolarê Amerîkî li bazara diravan difiroşe û bi wê yekê rewşê kontrol dike.

Sedemeke din jî zextên Amerîkayê yên li ser Iraqê ye ku dibêje, pere tên hedirkirin. Iraqê di bin zexta Amerîkayê de karên çend bankan rawestand.

Roja 11ê Mijdara îsal, bo yekem car nirxê 100 Dolarê Amerîkî gihîşt 150 hezar Dînarê Iraqî.

Li Iraqê bo Dolarê Amerîkî du nirx hene, nirxeke femrî ku hikûmet bi rêya Banka Navendî diyar dike û nirxê din jî li gor bazarê ye.

Banka Navendî ya Iraqê 20ê vê mehê biryar dabû ku nirxê firotina her dolareke Amerîkî ji 1180 dînaran bo 1460 dînaran zêde bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst