Riyad û Hewlêr jûreke hevbeş a bazirganiyê pêk tînin

24-07-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Riyad Hewlêr Bazirganî Jûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi mebesta encamdana proje û geşepêdana peywendiyên aborî yên li gel Herêma Kurdistanê, şandeke bazirganî ya ji Erebistanê, li Hewlêrê ye, weke despêk û bi rêya pêkanîna konferansekê, jûra xebata bi hev re li gel Herêma Kurdistanê dadimezrînin.

 

Erebistana Siûdî yek ji wan welatan e ku bi rêya Konferansa Avakirina Iraqê ya li Kuweytê, budceyeke mezin ji bo Iraqê terxan kiriye, li gel vê yekê jî biryar daye ku çend proje li Iraq û Herêma Kurdistanê encam bide.

 

Ji bilî Erebistanê çend welatên din amadebûna xwe nîşan dane ku beşdarî avakirina Iraqê bibin, bi taybetî li wan deverên ku ji ber şer zirar dîtine.

 

Li Konferansa Avakirina Iraqê ya li Kuweytê di çarçoveya projeyên avakirina Iraqê de, Wezareta Plandanînê ya Herêma Kurdistanê 86 proje xistin ber veberhêneran daku werin li Herêman Kurdistanê veberhênanê bikin, di warên pîşesazî, avakirin û rê û cadeyan de.

 

Endamê Encûmena Jûra Bazirganiyê ya Hewlêrê Mecîd Sidîq ji Rûdawê re ragihand ku  ew dê li gel jûra bazirganî ya Erebistanê jûreke hevbeş a 8 kesî çêbikin û di warê peywendiyên aborî yên Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî de li ser veberhênan û hawirdeyê, her meh civîn pêk bînin.

 

Mecîd Sidîq herwiha eşkere kir ku veberhênerên Erebistanê dixwazin projeyên mezin ên veberhênanan pêk bînin.

 

Şanda Erebistana Siûdî ya li Hewlêrê ji Balyozê Erebistanê yê li Iraqê, hejmarek endamên jûra bazirganiyê û çend bazirgan û verberhêneran pêk tê û li ser vexwendina hikûmet û jûrên bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê, du roj in li Hewlêrê ne, tevî sazkirina konferansekê li gel bazirganan, li gel hejmarek rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî civînan pêk tînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst