Li Stenbolê bazara geştyarên navxwe kêm bûye

23-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Giravên Adalar li Stenbolê.
Giravên Adalar li Stenbolê.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - “Adalar” a parêzgeha Stenbolê ku ji 9 giravan pêk tê û bi ferîbotê tenê nîv demjimêr nêzîkî bajêr e, bi aramiya xwe û bêhna gulên binevşî navendeke giring a geştyariyê ye.

Lê îsal ji ber zêdebûna bihayê xwarin û cihê manê, hejmara geştyarên navxwe li wê derê kêm bûye û esnaf ji vê rewşê nerazî ne.

Xwediyê dikanekê dibêje: “Niha kalîteya geştyaran jî daketiye. Li seranserê cîhanê pirsgirêka aborî heye. Li vê derê jî bi heman awayî ye. Bi nerîna min karê me %30 heta 40 kêm bûye.”

Geştyarên navxwe rojane tên û diçin daku zêde xerciya wan çênebe.

Welatiyê bi navê Hasan dibêje: “Nîştecihên vê derê dilxweş in. Xelkê vê derê dikarin li plajan bikevin deryayê û hem jî dikarin bêhna xweş a gulên baxçeyên bigrin.”

Berovajî rewşa geştyarên navxwe, geştyarên biyanî bi vê yekê kêfxweş in ku nirxê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî dadikeve.

Geştyara Awustralî, Shron dibêje: “Tişt gelekî erzanin. Ji ber wê ez kêfxweş im.”

Li seranserê Tirkiyê, 2 mehên dawî ligel zêdekirina faîzê û enflasyonê di her sektorekê de zêdeyî %50 bihabûn çêbûye û vê yekê jî bi taybet bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst