Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê rêjeya faîzê ji sedî 47,5an daxist ji sedî 45an.
Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê îro biryara xwe ya faîzê eşkere kir.
Lijneya Giştî rêjeya faîzê 2,5 pûanan kêm kir û ji sedî 47,5an daxist ji sedî 45an.
Banka Navendî di nav 22 mehan de cara duyemîn rêjeya faîzê daxist.
Banka Navendî rêjeya faîzê herî dawî 21ê Adara 2024an ji sedî 45an kiribû ji sedî 50.
Berî dawî Banka Navendî 26ê Kanûna Pêşîn a 2024an rêjeya faîzê 250 pûanî kêm kiribû û ji sedî 50î daxistibû ji sedî 47,5an.
Tevî hemû hewldanên birêvebiriya aboriyê ya Tirkiyeyê dolar û enflasyon li ser hev bilind dibin.
Tevî ku rêjeya faîzê piştî hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan ji sedî 8,5an kiribû ji sedî 50 jî qîmetê lîre li hemberî pereyên biyanî zêdetir daket.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse