TUIK: Li Tirkiyê meha Hezîranê zêdeyî 150 hezar xanî hatin firotin

19-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku di Hezîrana îsal de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 150 hezar û 509 xanî hatine firotin. Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) amarên firotina xaniyan ên Hezîrana 2022ê eşkere kirin.

Li gor amaran Hezîrana îsal hejmara xaniyên hatine firotin li gor meha Gulana îsal %22.6 zêde bûye û gehiştiye 150 hezar û 509 xaniyan. Herwiha li gor heman meha sala borî jî bi rêjeya  %11.7 zêde bûye.

Li gor amarên TUIKê herî zêde xanî li parêzgeha Stenbolê hatine firotin ku hejmara wan 27 hezar û 998 e. Herwiha bi 13 hezar û 303 xaniyan Enqere di rêza duyem de û bi firotina 8 hezar û 243 xaniyan jî Izmir di rêza sêyem de ye.

Di rêza parêzgehên ku herî kêm xanî lê hatine firotin de du parêzgehên Bakurê Kurdistanê hene ku bi firotina 40 xaniyan Colemergê yekemîn e û bi 44 xaniyan jî Erdexan duyem e. Herwiha parêzgeha Bayburt a Tirkiyê jî bi firotina 90 xaniyan di rêza sêyem de ye. TUIKê Gulana 2022ê eşkere kiribû ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 122 hezar û 768 xanî hatine firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst